Turk: Kurd çepin, sosyalistin û demokratikin

Berbijêrê Şeredariya Mêrdinî Ehmet Turk di medya Tirki de daxûyaniya dide û behsa daxwaziyên kurda! dike.

Turk dibêje: Daxwaziya Kurda ne parçekirina Tirkiyeye. Kurd cumhuriyetek demokratik dixwazin. Ji bo vê tekoşînê didin. Niha dema Tirkiye vê qebûl bike çareserkirina pirsgirêka gelek hesanî dibe.

Ji T24ê Şirîn Payzin hevpeyvinekî li gel Turk dike û Turk bersivên xwe de behsa rewşa siyasî dike.
Turk behsa rewşa Suriye jî dike û dibêje: Li Suriye destê kurda ne aloze, kurd aliyê rêxistinî de qonaxa herî baş de ne. PYD qonaxek bi hêz de ye. Ji bo paşeroja Suriye daxwaziyên wan demokratikin. Kurd dixwazin Suriyek demokratik de otonom , federalî bijîn . Eger hukumeta Suriye daxwaziyên kurda nebîne tu şansek ku kurd li gel wan hevkariyê bikin namîne.

Di cihek din de Turk dibêje: Li hemû derên cîhanê grubên radikal derdikevin . Lê di nava kurdan de ev nebû.Baweriyek ya kurda ya çep, sosyalist û demokratik heye.

Eger Tirkiye rolê xwe baş bileyizta, dê li Suriye û Iraqê  jî bibûya hêzek ku bandor li rewşa heyî bikira.

Kesên HDPê dema daxûyaniya didin gelek hewldidin ku ji sinorên ji wan re hatîn kifşkirin derbas nebin. Dixweyê Turk jî vê yekê dike, mecbure bike.  Lê eger siyasetmedarek behsa Rojavayê Kurdistanê bike û tenê Kurda di kesayeta PYDê de bibîne gelo mirov çewe dikare wî wek siyasetmedarek têgihatî nav bike?

Ahmet Turk tu cara ji derê siyaseta PKKê nekariya biaxive û rastiya ku dibînin jî nikarin bêjin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: