
Ligor zanyarîyan KCK ji hevdîtina 12ê mehê ya birayê Abdullah Ocalan û Mehmed Ocalan nerazî ye. Ligor zanyarîyên KCKê standine di wê bawerîyê de ye ku AKP û MHP hewl didin “Helmeta tecrîdê bişkîne faşîzmê bifeşkilînê” serkeftî nebe bêyî wan Mehmed Ocalan şandine Îmralîyê.
Ligor zanyarîyên malpera AvaTodayê ji çavkanîyên li Qendîlê standine Komeleya Civakên Kurdistanê (KCK) ji hevdîtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan û Mehmet Ocalan narihet bûye. Çavkanîyeke ku nexwest navê xwe aşkere bike ji AvaTodayê ra da zanîn ku narehetîya KCKê liser wê yekê ye ku Mehmed Ocalanî bêyî ji KCKê re bêje çûye hevdîtinê û piştî bi dawîbûna hevdîtinê agahîKKdaye KCKê û HDPê.
Liser pirsa me ya “Gelo çima derbarê hevdîtina Mehmed Ocalan û Abdullah Ocalan de zanyarî nayên belavkirin?” jî wê çavkanîya Qendîlê wiha got:“ Egera wê yekê heye ku Ocalan peyamên KCKê – HDPê narihet bike belav kirine. Jiber wê yekê jî naxwazin peyamên Ocalan ji rayagiştî ra bêne aşkerekirin.”
Herwiha heman çavkanîya amaje bi wê yekê jî kir ku KCK, di wê baweriyê daye ku AKP – MHP dixwazin bi Ocalan ra hevdîtinnan pêk bînin û rola KCKê nehêlin û di hilbijartinan de dengê kurdan bistînin.
Çi bibû?
12ê Çileyê Hevseroka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jiser hesabê xwe yê Twetterê wiha nivîsî: “Îro birêz Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmed Ocalan hevdîtinek pêk anîn. Rewşa tenduristîya birêz Ocalan baş e. Em ê heta çend rojan derbarê civînê da biberfirehî zanyarîyan belav bikin.”
Parlementerê HDPê yê Rihayê û birazîyê Abdullah Ocalan jî derbarê hevdîtinê de ji BBCyê ra axivîbû û amaje bi hevdîtina Mehmed Ocalanê bavê xwe û Abdullah Ocalanê mamê xwe kiribû. Omer Ocalan dabû zanîn ku hevdîtin liser daxwaza dewletê pêk hatîye û hevdîtinê nîvsaet dewam kirîye. Herwiha di hevdîtinê behsa gelek meseleyan hatîye kirin piştî danûstendinê ligel bavê xwe bike wê zanyarîyan bi “rayagiştî” ra parvebike.
KCKê jî herwiha derbarê hevdîtinê daxuyanîyek belav kiribû û gotibû: “AKP û MHP hewl didin ‘Helmeta me ya tecrîdê bişkîne faşîzmê bifeşkilînê’ serkeftî nebe û hewl dide. Ji xwe eşkere ye ew hevdîtin jiber wê yekê bilez û bez çêbûye.”
Herwiha KCKê destnîşan jî kirîye ku ew dê bi rêbazên şerê taybet ê AKP – MHPê neyên xapandin û AKP- MHP bo bo têkbirina helmeta wan a serkeftinê dest bi rêbazên şerê taybet kirîye.
Di demkê de ku çavê rayagiştî ya kurdan li zanyariyên derbarê hevdîtinê de bûn, Hevserokê HDPê Sesazî Temellî jî got Ocalan ti peyemeka sîyasî belav nekirîye. Herwiha Ocalan bi tenê gotîye: “Ez baş im û serkeftinê ji we re dixwazim.”
Wê aqûbeta greva birçîbûnê çi be?
Parlementera HDPê ya Colemergê û Hevseroka Kongreya Civaka Demkratîk (KCD) Leyla Gûvenê bo rabûna tecrîda liser Ocalan û destpêbûna proseya çareserîyê 7ê Sermaweza 2018an dest bi çalakîya greva birçîbûnê kiribû.
Leyla Gûvenê 70 roj e di greva birçîbûnê daye. Piştî hevdîtina Mehmed Ocalan û Abdullah Ocalan parêzerên wê çûn serdana wê lê jiber nelibarbûna tendurustîya wê nekarîn wê bibînin.
Şîrovekarên sîyasî aşkere dikin, li alîyekî li Bakurê Kurdistanê pevçûnên dijwar di navbera PKKê û Artêşa Tirkîyê da hene û proseya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê dest kirîye, li alîyê din Tirkîyê leşker liser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cî kirine Sezaî Temellîyê HDPyî dibêje “Ocalan peyamên sîyasî nedane ne cihê bawerîyê ne.
Rayagiştî ya Kurdistanê dixwazin HDP – KCK hurgilîyên hevdîtina Ocalan û birayê wî bêne aşkerekirin.
BasNews