Peyvdarê rêvebiriya tûrîzma herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa jimara tûrîztên di cejina Remedanê de hatine herêma Kurdistanê dike û dide xuyakirin ku, rêjeya zêdebûna tûrîstan miqayîse digel cejna Remedanê ya sala 2012ê 21% zêde kiriye.
Nadir Rostî peyvdarê desteya terîzma herêma Kurdistanê dibêje:
– Di cejina Remedanê ya îsal de jimara tûrîstan gihişte 316 hezar tûrîst, ango rêjeya 21% miqayîse digel cenja sala 2012ê ku, 261 hezar tûrîst bûn, zêde kiriye.
– Piraniya tûrîstan ji herêmên naverast û başûrê Îraqê hatine herêma Kurdistanê. Beşek jê jî ji welatên cîran û welatên biyanî hatine. 25% ji tûrîstan bi rêya balefirxaneyan ji welatên cîran û welatên biyanî û 11% jî ji herêmên naverast û başûrî Îraqê hatine herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe Nerîman Fadil rêvebirê giştiyê tûrîzma Hewlêrê di daxuyaniyekê de got ku, di cejina Remedanê de 142 hezar tûrîst serdana bajarê Hewlêrê kir û miqayîse digel cejna sala 2012ê 13% jimara tûrîstan bo Hewlêrê zêde kiriye