Polîtîk

Komiteyek ji bo Rojava hate avakirin

Lijneya ji bo lêkolînkirina rastiya komkujiya li rojavayê Kurdistanê û girtina dergehê sînor ê Sêmalka hat dirûstkirin.

 

Piştî guftûgoyên sê saetan, piştre lijneya amadekar a kongreya netewî ya kurd gihişt biryarê û ji bo li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî lijneyekê dirûst bikin û ji bo rastî û nerastiya gotegotên behsa wê yekê dikin ku li rojavayê Kurdistanê hêzên radîkal ên îslamî jenosîd li dijî gelê kurd encam dane.

 

Di civînê de biryar hat dayîn ku nav û hêjmara endamên wê lijneya serdana Rojava bikin, neyê diyarkirin. Herwiha dema serdana ji bo Rojava jî neyê ragihandin. Hemû jî ji ber rewşa ewlekarî û parastina endamên lijneyê ye. Erkê parastinê jî li ser stoyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)e.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê pêkhateya lijneyê wê bi vî awayî be, ji bilê Herêma Kurdistanê, wê ji her parçeyekî din ê Kurdistanê endamekî wan hebe. Wê 3 endamên başûrê Kurdistanê û nûnerê serokê Herêma Kurdistanê jî  ligel be. Çend kesên bê alî jî wê di nava lijneyê de cih bigrin.

 

Ew lijne netenê ji bo derxistina rastiyan e, gelo komkûjî li dijî gelê kurd li Rojava hatiye kirin an na. Wê derbixe holê ku gelo dergehê sînor ê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê giriye yan na? Ji ber ku PYD dibêje, girtiye, PDK û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje, vekiriye.

Back to top button