Polîtîk

Komiteyek diçe Rojava

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Dr. Kemal Kerkûkî da zanîn ku dê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ji bo lêkolînkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê, lijneyekê pêk bîne û ew lijne dê biçe rojava.

Kemal Kerkûkî derbarê xebatên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî de daxuyaniye da û got: ‘’Divê aliyên siyasî hessas nêzîkî pêvajoya kongreyê bibin û ji bo karibin peyama aştiyê ya gelê Kurd bidin raya giştî û cîhanê divê hemû erkên xwe yên neteweyî bi cih bînin.’’ Kerkûkî da zanîn ku Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ji bo lêkolînkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê, dê komîteyekê pêk bîne û bişîne rojava.

Kerkûkî diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî yên Kurd ji bo ku karibin di nav aramiyê de bi hev re bijîn divê bi hişyarî û hessas nêzîkî kongreyê bibin û wiha axifî: “Hemû aliyên siyasî yên Kurd ji bo jiyanek demokratîk û aştîyane bi hev re were jiyankirin, divê li gorî yekîtiyê tevbigerin. Herwiha divê aliyên siyasî pirsgirêkên di nav xwe de ne bi rêyên şîddetê yan tundûtîjiyê, berevajiyê vê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin. Di heman demê de ragehandina aliyekî siyasî nikare li gor xwestekên xwe aliyên din yan kesayetên din yên siyasî reş bikin û li dijî wan xebatan bimeşînin. Pirsgirêkên navbera aliyan û parçeyan de yên heyî çareseriya wan çi ye divê li ser vê bingehê serî li rêyên çareseriyê bidin.”

Kerkûkî derbarê hejmara delege, mêvan û kesayetiyên serbixwe û çavdêrên navneteweyî de jî wiha got: “500 kes weke delege beşdarî kongreyê dibin û ji Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û gelek aliyên din yên cîhanê wê kesayetiyên serbixwe û nûnerên rêxistinên navneteweyî weke çavdêr û mêvan beşdarî kongreyê bibin.”

Kerkûkî da zanîn ku hêviya wan ew e pirsgirêk û aloziyên ku di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de di demek kin de çareser bibin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Dê ji bo lêkolînê komîteyek biçe Rojavayê Kurdistanê. Ger kiryar û komkujiyên ku li hember gelê Rojavayê Kurdistanê tên kirin wek di çapemeniyê de derdikeve pêş be, wê hikûmeta Kurdistanê ji bo gelê Rojava bibe xwedî helwest û tişta pêwîst ji bo gelê Rojava bike.”

Back to top button