Polîtîk

Baştirîn çareserî bo kirîza Îraqê pêkanîna herêman e

Serokê senterê geşepêdana ragehandinê li Îraqê dibêje ku, baştirîn çareserî bo kirîza siyasî û emnî ya Îraqê û rawestanidna xwînrijtinê li wî welatî, parçebûna Îraqê bi ser çend herêman de ye.

Ednan Serac serokê senterê geşepêdana ragehandinê li Îraqê di daxuyaniyekê de ji malpera Xendan re dibêje:

          Her çiqas nuha leşkerê Îraqê bihêz bûye û destkeftiyên di warê parastina eminîyetê de bidestxistine jî, lê hêşta saziya leşkerî li Îraqê nikariye çareseriyeke siyasî bo wê kirîzê bibîne, kirîza Îraqê kirîzeke siyasî di çarçoveya kirîzeke emnî de ye.

Serac dibêje ku, arteşa Îraqê û saziya leşkerî, nikariye çareserîya siyasî û civakî peyda bike û nikariye rê li pêşiya destêwerdanên derve yên weke welatên Qeter, Siudiye û Îmaratê ku, piştgiriya grûpên çekdar dikin, bigire. Li navxwe jî, arteşa Îraqê nikariye pirsgirêkên wîlayetên Enbar, Selahedîn, Neynewa û hindek deverên ser bi wîlayera Diyala  û Kerkûkê ve çareser bike.

 

Serokê senterê geşepêdana ragehandinê li Îraqê di daxuyaniya xwe de daxwazê ji berpris û desthilatdarên îraqî dike ku biwêr bin û ji bona îlankirina herêmên naverast, başûr û rojavayê Îraqê tedbîrên yasayî û qanûnî bigirin û gelên Îraqê ji kuştina bi esas û bê hicet rizgar bikin.

Back to top button