Kultur

Lehengwariya zarûkekî kurd

Ev pirtûka bi navê ”Lehengwariya Zarûkekî Kurd”  bi lêkolîneke min a di salên dirêj de hatiye amadekirin.
Pirtûk li ser serpêhatiya zarûkekî Kurd e. Lehengê pirtûkê Efrasiyabê Êlihê di temenê xwe yê 5-6 salan de tiştên wisa ecêb kirine ku aqil nikare bihêwirîne. Wek mesela ku dibêjin ”Rast e, lê ne karê aqilan e”, kiryarên wî jî tev rast in lê pir zehmet e ku aqil bipejirîne.

Efrasiyab di zarûktiya xwe de pir cansivik, çist û lezgîn bûye. Wisa bûye ku ew hertim di şûna xwe de ranediwestiya û hema diliviya, tu carê sekn û hedan pê nediket. Di rêveçûnê de jî, her wisa di bazdanê de jî ew herwekî makîneya bezê bû, wisan zû diçû û dihat.

Zarûktiya Efrasiyab gelekî bi teşqele bihurîye. Herweha ew di zarûktiya xwe de gelek jîr, zîrek, zana, bîrewer, bîrbir, pêşbîn û tîjîfehmekî derdemî bûye. Gava mirovekî zana gotinekê li ba wî digot, pêre pêre herwekî ku di şerîdê de qeyd dibe, diket mejiyê wî. Têgihîştineke wisa dewlemend bi Efrasiyab re hebû ku wî pêre pêre dek û dolab li gor merc û rewşê dihonandin û li wê gorê jî diliviya.

Di axaftinê de qabiliyete mezin li Efrasiyabê zarûk hebû. Axaftina wî bi xelkê re wek guftûgo pir xweş bûye, wisa bi rêkûpêk dipeyivî û bi uslûbeke wisa xweş gava serpêhatiyên mêjûyî digotin, herwekî ew yekî salxur be dipeyivî û mirovan li xeberdana xwe dida guhdarkirin.

Di vê pirtûkê de, pir tiştên aqilderî hene ku mirov nikarin wan rûdanan bipejirînin. Lê va ye Efrasiyabê Êlihê ew tişt kirine û kiryarên wî bi lêkolîna min a di salên dirêj de, bi dîdevantiya min û ya gelek kesên din jî hatine peyîtandin.

Bêguman ew kiryarên Efrasiyabî tev rast in, bê ku ez navên kesan ên rast di pirtûkê de binivîsim, yek gotineke werpixî û yek peyveke ji rastiyê vajî, di vê pirtûkê de nehatiye bikaranîn. Di pêşerojê de eger merc û derfet dest bidin, hingê wê navên wan kesên di pirtûkê de ên rastî bêtin eşkerekirin.

Bi rastî jî eger mirov Serpêhatiya Efrasiyabê Êlihê tev binivîse, wê bi cildan pirtûk derkevin holê. Îcar min li virê hewl da ku ez wê Serpêhatiyê bi kurtî binivîsim û bikim malê mêjû.

Bi umîda ku wê sûd jê bête wergirtin û ger çi dayik bin, çi bav bin, çi jî zarûkên wan bin, bila fersend nedin ku rûdanên wisa dilêş û xeternak di navbera bav û zarûkan de, di navbera xortik û derdora wan de derkevin holê, yan jî hewl bidin ku hejmara bûyerên wisa daxînin jêrê.

Ew Efrasiyabê Êlihê ku hewqas zarûktiya wî bi teşqele bihurîye, gava lîseya Êlihê qedandiye, piştre çûye li Zanîngeha Diyarbekirê dev bi xwendina Fakulteya Zimanê Tirkî kiriye, Lê di sala diduyan de dev jê berdaye û çûye li Îtalyayê dev bi Xwendina Hiqûna Cezayê Navneteweî kiriye, bi serkeftineke pir pir mezin jî qedandiye. Efrasiyab gava ji Îtalyayê vegeriyaye û hatiye welêt ebûqatî kiriye, bûye wediyê broyekê û heta niha jî gelek ebûqat li ba wî sitaj dibînin.

Herweha ew li Stenbolê bûbû jîrikê Dadgeha Ewlekariyê jî ku berî demekê ji holê hatine rakirin û gelek kes û saziyên Kurdî bi xêra wî hatine parastine. Ebûqat Efrasiyab gelek pir comerdî dike û alîkariya jar û belengazan a aborî jî dike.

Min vê pirtûkê di 1996an de kuta kiribû. Lê cara dawîn min ew di 13 11 2003an de, li Stenbolê dawî lê anîbû. Lê niha fersend çêbû ku pirtûk bête weşandin.
Di pirtûkê de 42 babet hene, bi bergekî rengîn, bi mezinatiya 19 x 12 cm ye û 300 rûpel e. Bi kaxezekî nermik, zerik û sivik jî hatiye çapkirin.

Ez bi umûd im ku wê ev pirtûk bibe qada lêkolîn û lêpirsîna zana û pisporên Kurd.  Herweha dê ji desthelatiya Kurdan re jî bibe mijûlî ku pêşîbir li tiştên wisa bigirin da jimara rûdanên wisa di nava xelkê me de kêm bibe.

Bi hêviya aramî, êminatî û jiyaneke xweştir ji bo ebûqat Efrasiyabê Êlihê û hemû ciwanên Kurd…

 

Stockholm 13/ 08/ 2013
Zeynelabidin Zinar

PENCÎNAR
Weşanxaneya Çanda Kurdî
(Kurdiska Kulturförlag)
Box 3088
161 03 Bromma/Stockholm-SVERIGE
Tel: + 46 70 7675516
Malper: www.pencinar.se
E-mail: [email protected]  
          
                                           
© PENCINAR
    MEfrasiyabê Êlihê
    ISBN  91 89491 55 6

Back to top button