Tunceli cardin dibe Dersim
Eve çendeke Ak Partî “ Paketeka ya Demokrasiyê“ amade dike. Heta niha bi zelalî nayê zanîn ku çi di vê pakêtê de heye.
Di van rojên pêşiya me de serokê AK-Partiyê serokwezîrê Tirkiye Erdogan naveroka vê paketê ji raya giştîre bide xuyakirin.
Li gora hinek nûçeyan di pakêtê de perwerda bi zimanê Kurdî tuneye û Erdogan dijê vê babetê ye.
Wek din tê gotin ku; Navê Dersimê carek din bi fermî dibe Dersim. Wek tê zanîn sala 1935ê Kemalistan navê Dersimê guhertin û kirin Tuncelî. Heta niha jî Dersim wek Tuncelî tê naskirin.
Dê zimanê Kurdî bi awayek fermî di dezgehên dewletê de bête karanîn.
Wek din wê jin bikaribin di dezgehên dewletê de sergirtî kar bikin.
Ji aliyek din di îdareyên mehelî de hinek guhertin têne kirin û bi awayek îdareyên mehelî dibin otonom.
Di medyayê de hatibû îdiakirin ku nushayek ya “paketa Demokrasiyê“ ji Ocalan re rêkirine Îmraliyê. Lê Erdogan ev nûçe serast nekir û gote tiştek bi vî awayî tuneye.