Polîtîk

Tu pirsgirêka me bi ala, sinor û zimanê fermî re tuneye

 
Parlementerê Şirnexê yê BDPê Hasip Kaplan, bi minasebeta serdana xwendekarên Zankoya Egeyê, peyamên hêjayê gotinê dan.

Kaplan, bi xendekarên Klûba Têkilîyên Navnetewî a Zankoya Egeyê re hate ba hev û bersiva pirsên xwendekaran da. Îfade kir ku, parlemento  ji bo çareserkirina mesela Kurdan, bi berpirsyariyeke dîrokî re rûbirû maye.

Parlementer Kaplan, daxuyand, di 30 salên dawî, pêvajoya vî şerî de, zêde tişt li Tirkiyê hatin wendakirin. Daxwaza wan ev e ku, pirsgirêk, di nav sînorên yekitiya Tirkiyê de were  çareserkirin.

Parêzer û Parlementer Hasip Kaplan, “qet pirsgirêkên me bi sînoran re, bi ala û ziman re tine ye. Lazime têgeheka Tirkîyeke ‘pir çandî û pir zimanî’ bê qebûl kirin, Tirkî zimanê me ye jî zimanê fermî ye. Bila baweriya we hebe, hîç kes û hêz û partî nikarin 75 mîlyonî ji hevdu veqetînin.”

Hasip kaplan xwesteka dilê xwe jî wisa rêz kir: Em dixwazin di dewleteke dadmend û azadîxwaz û wekhevî de jiyana xwe bidomînin.”  

 

Araf/Rojevakurd

Back to top button