Cîhan

Milîtanan 10 leşker kuştin

Li Bakurê Fîlîpînê li girava Luzonê di encama êrîşa milîtanên komûnîst de 10 leşkera jiyana xwe wenda kir.
 
Gorî agahiyên polês û artêşa Fîlîpîn, li girava Luzon eyaleta Îfugao li gundekî dûra çava, milîtanên komûnîst êrîş birin ser karwana leşkerî. Berdevkê artêşa Fîlîpîn Alpay Loreto Magulddayao, bi bîr xist ku ev êrîşa niha, êrîşa herî mezin a Artêşa Gel a salên dawiyê ye. Di êrîşê de 10 leşker û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan.

Partiya Komûnîst a Fîlîpînê, enîya partiyê a çekdar Artêşa Gel a Nû, li welêt dijî desthilatdar ji sala 1969 an vir ve têkoşîna çekdarî didomîne.
Heşmara milîtanên Artêşa Gel a Nû qasî 5 hezarî ye û di lîsteya “teror”ê de a Emerîqa de navê partiyê cih girtiye.

Back to top button