Polîtîk

Serok Barzanî : Di meha Îlonê de em ê referanduma serxwebûnê çêbikin

 
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesut Barzanî, mûlaqatek da Assocîated Pressê û eşkere got ger qeyrana Iraqê neyê çareserkirin, ji bo “referanduma serxwebûnê” meha îlonê nîşan da.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku hêzên Emerîqî ji Iraqê vekişiyan şûnda pirsgirêk, ji her aliyan her çû zêde bûn. Li Iraqê îstikrar tine, her diçe kesên hemberî Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî bêsebir dibin. Pêwiste Malîkî here.

Serok Barzanî got, heta Malîkî neçe, ti mesele nayên çareserkirin û  her roj qeyran kûrtir dibe. Barzanî, “ger bêîstîkrariya Iraqê bidome û Malîkî neçe, meha îlonê em ê berî xwe bidine gelê Kurd û “referanduma serxwebûnê” lidarbixin.  Gelê Kurd êdî naxwaze di bin dîktatoriyê de bijî, biryara serxwebûnê wê bixwe bide.”

Back to top button