Polîtîk

Serbixweyîya Kurdistanê rastîyeke bê denge û roj bi roj nêzîktir dibe´

Akademîsîyena navdara cîhanî û rêvebirê navenda lêkolînêên rojhilata navîn û Afrîqa li zanîngeha Telavîv û seroka beşê karûbarê Kurdî li Israyelê dibêje, ku ´´herêma Kurdistanê ew qonax derbas kiriye ku aya serbixweyîya xwe rabigihîne yan na û niha axavtin li ser ewê çendê ye ku kengê serbixweyîya xwe rabigihîne.´´

 

Profesor ´´Ovra Bengiyo´´ pêr roja 22 evê heyvê,  di yek ji rojnameyên herî girîngê Israyelê ya bi navê Jerusalem Post de gotarek li ser serbixweyîya Kurdistanê belav kiriye û tê de dibêje: ´´serbixweyîya Kurdistanê rastîyeke bê denge û roj bi roj jî nêzîktir dibe.´´

Bangiyo dibêje: ´´ewên ku serdana Kurdistanê kiribin û çavdêrîya wê kiribin, li ser ewê nerînê kokin ku Başûrê Kurdistanê li gel Başûrê Sûdan, Felestîn û ewan welatên ewê dawîyê serbixweyîya xwe wergirtine, gelek cîyawaze çi ji alîyê pêşkevtina aborî ve û çi ji alîyê pêşkevtina jêxanan de.´´

Li gor gotara Bengiyo, ´´pêşkevtinên dezgehîyên Kurdistanê li gor taybetmendîyên wê du curin: pêşkevtinên hêmayî û pêşkevtinên pratîkî. Profesora navdara Israyelî Bangiyo basa pêşkevtinên hêmayîyên Kurdistanê dike û dibêje ku ew pêşkevtinên Kurdistanê di evê alîyê de ne: ala Kurdistanê, sirûda neteweyî, zimanê yekgirtî di jêr sîbera bîr û bawerê hevbeş. Herwisa di alîyê pratîkî jî de, weha dide xuyakirin, ku li Kurdistanê, serokatîya hukûmeta Kurdistanê, serokatîya Kurdistanê, parliyament, destûr û supa heye û piştre jî dibêje, ku herêma Kurdistanê xodanê ewan dezgehane ye ku dewleteke serbixwe pêywîstî bi wan heye.´´

Ovra Bengiyo herwisa basa pêşkevtinên aborî û dîplomatîkên Kurdistanê di alîyê pratîkî de dike û evê alîyê herêma Kurdistanê wek xala herî girînga herêmê bi nav dike.

Profesora Israyelî weha jî dibêje, ku ´´bûna sînor di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de taybetmendîyeke gelek girîngtir a evê herêmê ye´´.

Profesor Ovra Bengiyo di dirêjîya nivîsa xwe de basa peywendîyên taybetîyên navbera Kurdistanê û Amerîkayê jî dike û weha dibêje: ´´pirsyar ewe nîne ku Kurdistanê dê serbixwe be yan na, ew qonax êdî derbas bûye. Pirsa ku niha heye ewe ye ku dema guncayî bo ragihandina serbixweyîyê kengê ye?´´

Di bareya dema serbixweyîya Kurdistanê jî de, Bengiyo profesora Israyelî basa helwsêt û gotinên Mesrûr Barzanî serokê ajansa parastina asayişa herêma Kurdistanê dike û weha dibêje: ´´Mesûr Barzanî gotibû ku peyv û gotinên Mesûd Barzanî di bareya serbixweyîyê fr wek karteke fişarê li dijî Bexdadê nîne, serbixweyîya Kurdistanê mafeke rewa ye û dema serbixweyîyê jî hatiye.´´

Rêvebira navenda lêkolînên rojhilata navîn û Afrîqa li zanîngeha Telavîv, herwiha di dirêjîya gotara xwe de ku rojnameya Jerusalem Post belav kiribû, weha basa pêşkevtina prosesa çûna Kurdistanê ber bi serbixweyîyê dike û dibêje, ku ´´Ankara ewan pêngavan nahavêje ku rêgirîyê li berdem diristbûna dewleta Kurdî de bike, herçende razî jî nîne,belê hesaba xwe bo paşerojê dike.´´

 

Jêder: Jerusalem Post

Ceng Saginç/PNA

 

Back to top button