Polîtîk
Tu pirsgirêk di kongrêye de peyda nebûne
Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, daxuyaniyek da kanala televîzyona Zagros, û hinek pirsên ku weşartî têne gotin vekirî zelal kirin. Nêçîrvan Barzanî got: Di kongreyê de hiç pirsgirêkek peyda nebûye û kongreya partiyê bi awayekî serkeftî dawî hatiye. Herweha Barzanî da xuyakirin ku, wê piştî kongreyê jî pişgiriya wan ji bo hukumeta herêma Kurdistanê di serokatiya berhem Salih de berdewam be.
Barzanî ragihand ku ev gotgotukên ji bo kongreyê dihatin kirin hemi derewin û di kongreyê de tu pirsgirêk derneketine. Barzanî pîrozbahî li kesên serkeftî û bûyîn serkirdiyatiya partiyê ya nû kir.
Nêçîrvan da xuyakirin ku, dê piştî kongreyê, partî li hemi deveran nûjeniyan di nav xwe de bike.