Polîtîk

Divê bi kurdî perwede hebe

Eve demeke pirsa zimanê kurdî li Tirkiye tê gengeşekirin. Gelek berpirsên dewletê di derbarê karanîna zimanê kurdî de û perwerda bi zimanê kurdî dîtinên xwe dibêjin. Di nav van gengeşeyan de wezîra perwerdê ya Tirkiye Nimet Çubukçu serdana Kurdistana Başûr kir. Çubukşu tevlî ahenga kongreya 13-ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, û li Hewlêr serdana dibistanên bi zimanên cuda wek kurdî, tirkî û ingilîzî perwerdê dikin kir.

Çubukçu,  li gel wezîrê perwerê yê Kurdistanê Sefîn Dizeî hinek hevdîtin pêkanîn û bi hevre gihatin hinek encaman. Herweha  Wezîra Perwerdê li gel cîgirê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî jî di derbarê perwerda zimanê kurdî hevdîtinek pêkanî. Di vê hevdîtinê de li ser karanîna zimanê kurdî di perwerdê de hate sekinandin û rewşa zangoyên Kurdistanê û Tirkiye hate rojeva civînê.

Back to top button