Tu ji civînê derneket
Li Tirkiye Konseya Ewlehiya Netewî di serokatiya Tayib Erdogan de civiya. Civin 3 seet û nîv berdewam kir. Piştî civînê daxûyaniyek nivîskî hate belav kirin.
Di daxûyaniyê de behsa Herêma Aram tê kirin û dibêje: Tirkiye dixwaze warekê aram peyda bike ku ji bo penaberên Suriye bikaribin vegerin welatê xwe. Divê projeya ku Tirkiye amade kirî pêkwerê. Ji bo vê jî emê xebata di vê derbarê de pêşvetir bibin.
Herweha hat ragihandin ku, di derbarê tekoşîna li himber rêxistinên terorist, wek PKK/PYD, YPG, FETO û DAÎŞê de agahdariyên berfireh jib o civînê hatine pêşkêşkirin.
Di daxûyaniyê de dibêje ku; Li bakurê Iraqê operasyona Pençe heta ku terorist bi temamî were pakij kirin dê berdewam be. Ev yek ji aliyê Konseyêve hatiye gotubêj kirin û qebûl kirin.