Cîhan

Trump navê Wezareta Parastinê guherand û kir “Wezareta Şer”.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, navê Wezareta Parastinê diguherîne û dike “Wezareta Şer”,Trump daxûyakirin ku, guhertina navî dê “peyamek serkeftin û hêzê ji tevahiya cîhanê re bişîne.”

Trump dema biryarnameyê îmze kir got: “Heke hûn li rewşa cîhanê ya niha binêrin, nav (Wezareta Şer) navekî pir guncaw e,”

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Heggs li kêleka Trump rawestiya, dê ji îro pêde ji wîre jî wezirê şer bê gotin.

Fermannama ku Trump îmze dê ji Kongreya Amerîkayê re were pêşkêş kirin û piştî pejirandinê, nav dê bi fermî were guhertin.

Wezareta Şer cara yekem di sala 1789an de li Dewletên Yekbûyî hatiye damezrandin, û di sala 1947an de ji hêla Serokê berê Harry Truman ve, du sal piştî ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bû, navê wê bû Wezareta Parastinê. Piştî guhertina nav, Artêş, Deryavanî û Hêza Hewayî ya Amerîkayê di bin Wezareta Parastinê de hatin yek kirin.

Back to top button