MHP: Dibe ku komîteya parlementoyê heyetekî rêke Îmralî

Cîgirê Serokê MHPê Feti Yıldız ragihand ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî dibe ku sê an çar kesan destnîşan bike da ku herie Îmralî guh bidin Ocalan.
Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz derbarê xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de ku di çarçoveya pêvajoyê de li Parlamentoyê hatiye damezrandin, daxuyanî dan. Yildiz diyar kir ku komîsyon, ku ji aliyê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş ve tê birêvebirin, plan dike ku guh bidin Ocalan.
Yildiz di derbarê hevdîtina hinek endamên Komisyonê û Ocalan de got:
“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku ji bo bidestxistina Tirkiyeyek Bê Teror hatiye damezrandin, di 5ê Tebaxa 2025an de, di bin serokatiya Serokê Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê, Birêz Numan Kurtulmuş de, dest bi xebata xwe kir. Li gorî biryarê, Komîsyon berdewam dike ku guh bide nêrînên kesan, saziyan, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên di derbarê pêvajoya Tirkiyeyek Bê Teror de.
Di civîna me ya 7emîn de, pêşniyarên Serokên berê yên Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê hatin bihîstin. Dewletê di rêya Tirkiyeyek Bê Teror de dînamîka xwe afirandiye. Dewleta Tirkiyeyê di sê sedsalên dawî de serdema xwe ya herî xurt dijî.
Hefteya bê, nîqaş dê berdewam bikin.
Serokê me, Birêz Numan Kurtulmuş, bi baldarî sê an çar kes ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hilbijart da ku daxuyaniyên Abdullah Öcalan, damezrînerê rêxistina terorîst, werbigirin, dem û rêbaz li ber çavan girt, û ew ê nebe qelsiyek.”


