PolîtîkRojev

Öcalan Demîrtaş rexne kir: “Ew daxuyanî pir xelet bû.”


Di hevdîtina bi şandeke Partiya DEM re li Îmraliyê de, Abdullah Öcalan rexne li daxuyaniya Selahattîn Demîrtaş a sala 2015an a “Em nahêlin tu bibî serok” kir û got ku dijitiya bi Serokkomar Erdogan re xelet bû.

Di çarçoveya pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” de, Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM di 6ê Tîrmehê de li Girava Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Öcalan re civiya. Roja din, şand bi Serokkomarê Tirkiye Erdogan re civiya.

Berî hevdîtina bi Erdogan re, tê gotin ku Öcalan gotiye, “Hûn ê tiştekî ji Birêz Erdogan re ragihînin… Ew gotina Demirtaş a ku gotî , ‘Em ê te nekin serok.’ Ev ne rast bû. Tu eleqeya min bi wî re tune.”

Nivîskarê Rojnameya Nefesê Aytunç Erkin, li ser naveroka civîna navbnavbera Ocalan û heyeta DEMê ya Îmralî nivîsandiye.

Nivîskarê Rojnameya Nefesê Aytunç Erkin di nivîsa xwe de dibêje:

Dem 6ê Tîrmeha 2025ê ye.

Hîn pênc roj mane heta ku PKK çekan deyne.

Şandeyek Partiya DEMê ji bo hevdîtina bi Abdullah Öcalan re çû Girava Îmraliyê. Daxuyaniyek piştî civînê hat weşandin nîşan da ku ji şanda Îmralî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di 7ê Tîrmehê de, bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinekî bikin.

Hevdîtina li gel Ocalan 2 demjimêr û nîv berdewam kir, naveroka vê hevdîtinê berê nehatibî ragihandin. Piştre partiyê naveroka vê hevdîtinê bi daxûyaniyekî weşand : “Di hevdîtina me de, Öcalan tekez kir ku pêvajo dikeve qonaxek nû. Wî diyar kir ku her kes, em hemû berpirsiyariya me heye ku em şertên pêvajoyê bi gavên nû yên ku werin avêtin bicîh bînin.” Li gorî daxuyaniyê, Öcalan her wiha diyar kir ku şande girîngiyek mezin dide hevdîtina bi Erdogan re û ev hevdîtin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Wî her wiha tekez kir ku komîsyona ku dê di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de were avakirin dê di peydakirina aştî û çareseriyê de roleke mezin bilîze.”

Belê, wê rojê di navbera şandeya Îmraliyê û Öcalan de çi hate nîqaşkirin?

Berî ku em vê agahiyê parve bikin, em vegerin10 sal berê .

Dem 17ê Adara 2015 ê bû.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş civîna herî kurt a koma parlementoyê di dîrokê de li dar xist. Demîrtaş got, “Ez îro ji bo gotina hevokekê derketim ser vî kursiyî. Ez ji bo dubarekirina soza xwe ya ji gelê xwe re derketim ku em ê dev ji têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê bernedin. Em ne tevgereke bazariyê ne. Di navbera me û AKPê de qet hevkarî an bazariyeke qirêj çênebûye û dê çênebe.” Demîrtaş diyar kir ku mijarên ku ew ê di civînên koma parlementoyê de nîqaş bikin pir in û wiha domand: “Lê bila ez tenê gotinekî bibêjim, sedema ku ez hatim ser vî kursîyî eve. Birêz Recep Tayyip Erdogan, heta ku HDP hebe û heta ku endamên HDPê li ser vê axê nefes bigirin, tu yê nebî serok. Birêz Recep Tayyip Erdogan, em ê te nekin serok, em ê te nekin serok, em ê te nekin serok.”

Çima ez 10 sala paşve çûm?

“Tu eleqeya min bi wê yekê tune ku ew wek serok were hilbijartin.”

Werin em vegerin 6ê Tîrmeha 2025an û li axaftinên ku qaşo di navbera Öcalan û şandeyê Îmraliyê de hatine kirin binêrin. Öcalan behsa daxuyaniya Selahattin Demirtaş ya ku gotî “em ê te nekin serok.” dike.

Ocalan dibêje: “Hûn ê tiştekî ji Birêz Erdogan re jî ragihînin. Hûn ê vê dîrokê li ber derî rave bikin. Min li dibistanên dewletê xwend, ez çûm dibistana navîn û ez heta vir hatim. Ez dizanim ku naskirina dewletê bi Kurdan re tê çi wateyê. Mirov dikare li himber Partiya Kemalîst bitekoşe, lê şêwaza serokatiya min cuda ye.

“Selahattin carekê got, ’em ê te nekin serok.’ Ev ne rast bû. Tu eleqeya min bi wî tune ku ew wek serok were hilbijartin. Dibe ku ez bi Birêz Erdogan re ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn bicivim an necivim. Niha, hûn bi wekîlan dicivin. Hûn ne ji bo ku tu partiyekê, CHP an partiyek din, bînin ser desthilatê dicivin. Di rewşa herî baş de, ew dikare bibe tifaqek demokratîk.” “Hûn rêyek sêyemîn in, tifaqek sêyemîn.” Min berê dîtibû ku potansiyela dengan a HDPê li dora ji sedî 15 e. Tiştê “Em nahêlin hûn bibin serok” hemû xeletiya Selahattîn û Sırrı bû. Pêwîst nedikir ku ew wê veguherînin “em nahêlin hûn bibin serok.” Pêwîst nedikir ku Erdogan li dijî wan were rakirin. Divê ew li ser tifaqên xwe yên demokratîk, xebata xwe û berfirehkirina eniya xwe bisekinin. Nexebitî. Ez difikirim ku Selahattîn jî xeletiya xwe fêm kiriye. Bi awayê, ez careke din Sırrı bi spasdarî bi bîr tînim.

Erê… Ev rexneya Öcalan e ji bo gotina Demirtaş a “Em nahêlin hûn bibin serok” a 10 sal berê ye..

Back to top button