Trump di derbarê sercxwebûna Kurdistanê de çi difikirê?Akedemisyenê Amerîkî û serokê dezgehek ramanî Ian Bremmer, dibêje ku serokê Amerika Trump ji hewldanên serxwebûna Kurdistanê re nabe asteng.Serokê dezgeha ramanî û lêkoliner Ian Bremmer, ji kovara Politico re, di derbarê destkeftiyên siyaseta Amerikayê de nivîsek nivîsî û hinek nirxandinên girîng kir.Nivîs 21ê Temmuzê hate belav kirin. Di nivîsê de behsa , Siudiya Erebistanê, serokwezira Almanya Merkel, serokê Fransayê Mecron dike. Heta behsa Hindistan û Meksikayê jî dike. Beşek di vê nivîsê de behsa Kurdên Iraqê û Suriye jî dike.Bremmer di nivîsa xwe de behsa kurda dike û dibêje: Mileteke ku hêjmara wan nêzikî 10 milyona ye û hêzên çekdar hene û ji bo azadiya welatê xwe bi hêz motavasyon bûne. Li dijê Sedam û Esad bûn hevalbendên Amerika.Berdewamiya gotara xwe de dibêje: Lê serhildana kurda li Tirkiye ku endamê NATO ye dikare bibe sedemê ne razîbûn û tevliheviyê.Berdewamiya gotara xwe de dibêje: Amerika çekan dide kurdên Iraqê û Suriye, ew ji vê yekê gelek keyfxweşin.Trump li ser yekitiya axa Iraqê de wek yên berê nafikire û ti metirsiyek wî tuneye. Dema kurda behsa serxwebûnê kirin, Trump behtir siyaseta Siudiyê ya ku Iraq nêzikî Îraniye qebul kir. Planên Kurda yê mezin hene û Trump dê ne wek siyaseta Amerika ya berê hereket bike. Dê nebê asteng li himber van daxwaziya.Ev gotara Ian Bremmer gelek cureyên cuda hate şirovekirin. Bremmer siyaseta Trump di derbarê serxwebûna Kurdistanê de erênî dinirxîne.