Cîhan

Pêwendiyên Almanya û Tirkiye ber bi xirabiyê ve diçe

Serokkomarê Almanya pişgiriya siyaseta welatê xwe li himber Tirkiye dike û di daxûyaniyek ya xwe de Erdogan bi tundî rexne dike.Serokkomarê Almanya Steinmeier, daxuyaniye da kanala televizyona almani ZDF û got; Gelek kesên ji bo wî û partiya wî xebat kirîn, îro di zindanadene û kesek nikare devê xwe vekê û tiştekî bêje. Ev yek ji aliyê me ve nayê qebûl kirin.Li Almanya zêdeyê 3 milyon hemwelatiyên Tirkiye dijîn, ji berî demekî wezîrê Derve ya Almanya nameyek vekirî ji bo hemwelatiyên Tirkiye yên li Almanya dijîn ragihandibû.Wezîrê derve Sigmar Gabriel di daxûyaniya xwe de, ji Tirkên li Almanya dijên re got ku; Hemwelatiyên Almanya li Tirkiye têne girtin. Em jî mecbûr man ku, siyasetek nû li himber Tirkiye rêve bibin. Me her demî pêwendiyên Almanya û Tirkiye parastin, ji ber ku em dizanin pêwendiyên baş navbera Almanya û Tirkiye ji bo we girîngin.Lê helwesta Tirkiye û siyaseta Erdogan welê kir ku em hinek helwestên nû bistînin.Herweha Almanya da xûyakirin ku ji bo alikariyên Yekitiya Ewropa Tirkiye re dike jî, dê li gel welatên din yên YE hevdêtina bikin.Hemwelatiyek yê Almanya Peter Steudtner li Tirkiye hatibû girtin û niha di zindanê de ye.

Back to top button