Trump: “Her kesê ku piştgiriyê bide Filistînê dê bê dersînorkirin”

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump, fermanek li ser mijara “têkoşîna dijî antîsemîtîzmê” îmza kir ku destûr dide dersînorkirina xwendekarên ku beşdarî xwepêşandanên ji bo piştgirîkirina Filistînê dibin.
Trump daxuyakirin ku wî fermanek îmze kir ku tedbîrên nû li fermana îcrayê ya ku di sala 2019an de îmze kiribû li ser têkoşîna dijî antîsemîtîzmê zêde kir.
Biryarname rê li ber dersînorkirina xwendekarên ku li Amerîkayê piştgirî didin Filistînê û di vê çarçoveyê de beşdarî xwepêşandanên curbecur dibin vedike.
Trump di fermanê de destnîşan kir ku li DYAyê piştî ku behsa êrîşên Hamasê yên di 7ê Cotmeha 2023an da hat kirin cudakarî û tehdîdên li hemberî xwendekarên cihû yên li kampusan zêde bûne û diyar kir ku ew ê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.
Trump bi awayekî nerasterast behsa xwenîşandanên çend mehan li kampusên zanîngehan bo protestokirina jenosîda Îsraîlê ya li Xezeyê kir, Trump di fermana xwe ya îcrayê de destnîşan kir ku “Li dijî dij-semîtîzmê dê bi tundî têkoşîn bê kirin, hemû amûrên qanûnî yên berdest û guncaw bên bikaranîn û sûcdarên dijberî Tacîz û tundiya semîtîk dê hesab bê pirsîn.”
Li gorî biryarnameyê, Wezareta Karên Derve, Wezareta Perwerdehiyê û Wezareta Ewlekariya Hundirîn dê karibin bi hev re li ser xwendekarên biyanî yên ku beşdarî çalakiyên antîsemîtîk bûne rapor amade bikin û “ger hewce bike” ji bo dersînorkirina wan gavan bavêjin.