
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku yek ji serkirdeyên rêxistina Huraseddîn (Had) ya ser bi El Qaîdeyê Mihemed Selah El-Za’bîr di operasyonekê de li Sûriyê hatiye kuştin.
CENTCOMê di daxuyaniyeke nivîskî de got, “Di 30ê Çile de, hêzên CENTCOMê êrîşeke asmanî ya teqez li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anî, di encamê de Mihemed Selah el-Za’bîr, kesayetekî payebilind ê rêxistina terorîstî ya Huraseddîn a girêdayî El-Qaîdeyê hat kuştin.”
Êrîşên asmanî beşek ji pabendbûna berdewam a CENTCOMê bû ji bo têkbirin û bêbandorkirina “hewldanên terorîstan ji bo plankirin, organîzekirin û pêkanîna êrîşan li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hevalbend û hevkarên wê, sivîl, û personelên leşkerî li seranserê herêmê û derveyî wê.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku CENTCOM dê têkoşîna xwe ya li dijî komên ku plana êrîşa li ser personelên DYA û hevalbendan dikin dê bidomîne.