Cîhan

Trump cardin bala Îranê kişand

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Eger Îran peymanê red bike, dê Îsraîl jî tevlî operasyona leşkerî bibe.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Ofîsa Oval a Qesra Spî bersiva pirsên rojnamevanan da û bang li rêveberiya Tehranê kir ku dev ji bernameya xwe ya nûkleer berde.

Trump da zanîn ku ger ev yek pêk neyê êrîşek li dijî Îranê mumkin e û Îsraîl jî dê pêşengiya êrîşeke wiha bike.

Dewletên Yekbûyî demek dirêj e ku hewl dide rê li Tehranê bigire daku çekek navokî ya ku dikare bikar bîne çêneke.


Balkêş e ?
Close
Back to top button