Cîhan

Aliyev dixwaze pêwendiyên Tirkiye û Îsrail baş bin

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, beşdarî forumekî bû. Aliyev behsa pêwendiyên navbera Îsrail û Tirkiye de kir û got: “Ji ber nakokiyên di navbera her du welatan de em aciz in. Azerbeycanê bû navbeynkariya yekemîn a lihevkirina Tirkiye û Îsraîlê. Ev li pişt deriyên girtî hatin kirin û me ev yek eşkere nekir.”

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di foruma “Ber bi Pergaleke Nû ya Dinyayê” ya ku li Zanîngeha ADAyê ya li paytextê Bakûyê hat lidarxistin da axaftinek kir.
Aliyev di axavtina xwe ya li vir de pirseke derbarê têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê de bersivand û diyar kir ku her du welat dostên nêzîk ên Azerbaycanê ne.

Aliyev diyar kir ku, Tirkiye dostek Azerbeycanê yê stratejîk e. Berdewamiya axavtina xwe de got: “Îsraîl ji bo Azerbaycanê jî welatekî dost e û bi salan e ku ev hevaltî di gelek rewşên dijwar de xwe nîşan daye. Ji ber vê yekê em ji ber nakokiyên di navbera her du welatan de dilgiran in. Azerbaycan bû navbeynkariya yekem a lihevkirina Tirkiye û Îsraîlê.

Back to top button