Tiştên ku ji xelkê û alemê re helale ji bo çi ji Kurdan re heram be!
Li vê cîhanê hemû dewlet û hemû milet têkilîyên wan bi hevre hene. Têkiliyên civakî, aborî, siyasî, diplomasî, eskerî, îstixbaratî û hwd…
Wexta van têkiliyan bi hevre jî datînin tenê qistasek heye ew jî
berjewendiyên hevbeşin. Em herin ji kê bipirsin ewê ji me re bêjin ku ev yek gelek normale…
Başe, tişta ku ji bo xelkê normal çima ji bo me Kurdan dibe qebehet?
Mînak; Dewleta Tirkî li Amerikayê 1 balyozxanê 6 konsulxanê, 1 nûnertî û 6 konsulxanê fexrî vekiriye.
1- Konsulxana Bostonê
Adres: 31 Saint James Avenue,Suite #840, Boston, MA 02116
2- Konsulxana Houstonê
Adres: 1990 Post Oak Boulevard Suite 1300, Houston Texas 77056-3813
3- Konsulxana Los Angelesê
Adres: 6300 Wilshire Blvd., Suite 2010, Los Angeles, CA 90048
4- Konsulxana Miamiyê
Adres: 80 SW 8th St Suite 2700 Miami, FL 33130
5- Konsulxana New Yorkê
Adres: 605 3rd Ave 30th Floor, New York, NY 10158
6- Konsulxana Chicagoyê
Adres: 455 North Cityfront Plaza Drive NBC Tower, Unit: 2900 Chicago, IL 60611
7- Balyozxana Washingtonê
Adres: 2525 Massachusetts Avenue, N.W. Washington, D.C. 20008
8- Nunertiya dewleta Tirkî ya Netewên Yergirtî li New Yorkê
Adres: 885 Second Avenue, 45th Floor New York, NY 10017
Rojekê ji rojan min bixwe nebihîstiye ku siyasetmedarek an rojname, televizyon, partî û hwd. an kesekî Tirk rabû be û bi xerabî bahsa vî tiştî kiribe. Bes, dîsa min bixwe milyon carî dîtiye ku siyasetmedar, rojname û televizyonên Tirkan her bi xerabî bahsa têkiliyên Kurdan û Amerîkayê û dewlet an miletê din kirine.
Wexta ew dikin edete, wexta em dikin qephete! Wexta ew dikin helale, wexta em dikin herame! Wexta ew dikin misilman û mominin, wexta em dikin em siyonîst û kafirin! Wexta ew dikin dîplomasiye, wexta em dikin xiyanet û sîxuriye!
Ji ber ku dixwazin em herdem bi rêya wan têkiliyan bi cîhanê re dînin û têkiliyên meyî serbixwe bi tu kesî re nebe. Da ew jî karibin li gor kêfa xwe emr û fermana bidine me…
Emê bêjin ew dujminin, dagirkerin çi bêjin bila bêjin xem nake! Mixabin em dibînin hin kes di nava me bixwe de hene ku ew jî heman tiştan dibêjin…
Başe heyra, ger hûn misilmanin ka ji me re qûrânê vekin em bibînin li kûdera wê nivîsandiye “çênabe û herame Kurd têkiliyan bi dewlet û miletan re dînin.”
Ger hûn krîstiyanin incîlê, ger hûn cihû ne tewratê bînin…
Ger hûn komunîstin ka ji me re das kapitalê vekin em bi hevre lê binerin bê li kûdera wê mîratê nivîsandiye ku “nabe Kurd têkiliyan bi xelk û alemê re çêbikin.”
Tişta ji xelkê re helal ji Kurdan re jî helale wekî şîrê dayika wan!
Kes nikare di bin navê tu îdeolojiyê, siyasetê û dîn/ol de vî mafê rewa li miletê Kurd qedexe bike. Kesên ku dixwazin vî tiştî bikin an miletê Kurd kêmî hemû miletan dibîne û çavekî biçûk li Kurdan dinere an jî di bin bandora dewletên dagirker difikirin û tevdigerin. Bi her du rengî jî ev kes bi van nêzîkatiyên xwe xizmeta miletê Kurd nakin. Heyf û mixabin ku endamên miletekî ne di xizmeta miletê xwe û welatê xwe de be.
Heram, guneh û şerm û eyba herî mezin jî ev e!
Serhad Mêrdînî