Civak

Êrîşên Li Ser Zimanê Kurdî Berdewam in…

Berpirsên heremî yên dewletperest û şoven êrîşên xwe li ser zimanê Kurdî her berdewam dikin. Her qeyûmeke ku hikûmetê wana erkdar dike bi rêbazên antî demokratîk dest datînin ser rêvebirîya bajarên Kurdan. Qeyûm li gorî serê xwe sêpandinên ne qanûnî dikin. Mafên demokratîk binpê dikin. Hikumet ji di derbara kirinên qeyûman de bêdeng dimîne.

Car carna dibêjin em ne li dijî zimanê Kurdî ne, em birayên hevdû ne. Heke bi rastî wilo be, çima hûn li himberi kirinên qeyûman yên antî demokratîk bêdeng dimînin?

Em weke miletê Kurd heta nûha baş fêrbûne û dizanin ku bêdengî beşdarbûne, pejırandinê, pesendkirina biryaran e. Di wan pirsan de dûrûtî û ne durıstî bi kêrî tu alîyan naye. Hikûmet û Serok Komar divê di vê mijarê de helwesta xwe zelal bikin.

Em weke Platforma Zimanê Kurdî vê daxwaze ji wana dikin.

Baş dîyare ku di wan demên dawî de bi taybet qayûmê Batmanê di vî warî de gelekî hişk û kêfî tevdigere. Pêşî malpera Kurdî ji nava weşanên şaredarîya Batmanê rakıribû û nûha ji nivîsên ku li ser rêyan û kolanan bi Kurdî hatine nivisandin ji holê radike. Personelên ku pisporê zimanê Kurdî bûn, ji kar bidûrxistibûn.

Bi van kirinên xwe Qeyûmê Batmanê eşkere dixwaze dijminayetîyê bi zimanê Kurdi re bike. Çi derdê Qeyûmê Batmanê û qeyûmên şaredarîyên din ku bertekan li dijî zimanê Kurdî nîşan didin bi rastî baş nayê fêm kirin. Qeyûmê Batmanê dev ji karê xwe yê bingehîn berdaye û dijminayetîya zimanê Kurdan dike. Ma ev ne tiştekî seyre gelo?

Heke hemû qeyûm dixwazin bi rastî dijminayetîyê bi zimanê Kurdî re bikin, bila dîtinên xwe ji bona TRT Kurdî, dersên bijarte, li zanîngehên ku beşên ziman û edebîyata Kurdî birêve dibin ji eşkere bibêjin. Bila qeyûm, walî, wezir, hîkûmet û Serok Komar ji raya giştî re dîtinên xwe eşkere bikin. Heke qeyûm hıkûmete temsil dikin, divê siyaseta hıkûmetê di derbara zimanê Kurdî ji hêla qeyûman de jî were pejırandin. Ya na di pirsa zimanê Kurdî de wê alozî hîna zêdetir bibin.

Em weke Platforma Zimanê Kurdî wan kirinên qeyûman bi tundî şermezar dike. Mafê Zimanê Kurdi mafê hemû Kurdan e. Divê rêzgirtineke fermî ji bona zimanê Kurdî were pesendkirin. Ji ber wilo ji divê zimanê Kurdî demildest bibe xwediyê statûyekî fermî, bibe zimanê perwerdê û dewlet Sazîya Zimanê Kurdî damezrîne. Ji ber ku zimanê Kurdî hebûna me ye, mafê me ye û nasnama miletê me ye.

Platforma Zimanê Kurdî.

23 Hezîran 2020

Diyarbekir.

Back to top button