Civak

Tirsa Corona li Stenbolê belav bû û marketan valakirin

Piştî ku doh nîvê şevê Fahrettin Koca Wezîrê Tendirustiyê tirkiye hebûna virusa Coronayê piştraskir îro xelkê Stenbolê berê xwe dan marketan û market vala kirin.

Fahrettin Koca doh nîvê şevê daxuyaniyek belavkir û hebûna virusa Coronayê piştraskir. Her çende bi awayeke berfireh zanyarî li ser virusê û nexweşê neda û heta niha jî kes nizane ew nexweş li kijan bajarê tirkiye hatiye tomar kirin. Lê belê xelkê Stenbolê îro berê xwe dane supermarketan û hemû tiştên marketê kirîn û rafên marketan vala kirin.

Back to top button