
Parlementerê Tirkman yê parlementoya Kurdistanê dide xûyakirin ku, piraniya Tirkmenan pişgiriya referanduma serxwebûnê dikin. Tenê hinek gelek kêm ne li gel referandumêne.Parlamenterê turkmen Macid Bazirgan, ku di heman demê de endamê Encumena Bilind ya Referandoma serxwebûna Kurdistanê ye jî, ji BasNewsê re got, em wek turkmen bi referandoma serxwebûna Kurdistanê re ne çimkî em dizanin dewleta Kurdistanê dê bikeve xizmeta hemû gelên Kurdistanê.Macid Bazirgan her wiha got, tevahiya partî û hêzên turkmen alîgirên referandom û serxwebûna Kurdistanê ne, tenê partiyek li dijî vê yekê ye.Wî endamê Encumena Bilind ya Referandomê li ser hevdîtinên şanda referandomê bi rayedarên Iraqî re jî got, şanda referandomê bi eşkere ji berpirsên Iraqî re gotiye ku referandom dê di roja xwe de were kirin û referandom bo serxwebûnê ye.