Barzani: Iraq prensîbên şirîkatiyê binpê dike

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Sultan Ebu Erebî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî û Dr. Ziyad Kurdî Serokê Zanîngeha Erbid li Urdinê kir.Li hevdîtinê de Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî pesnê xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê kir ya li şerê terorê û dijayetîkirina zulm û asîmîlasyonê kir û sersamiya xwe jî bi asta geşbûn û pêşketin û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê derbirî û hêviya wê yekê jî xwest ku gelê Kurdistanê li mîsogerkirina mafê rewayên serkeftinê bi dest bîne. Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa jiyana revenda Kurd ya li welatê Urdinê û her wiha kar û çalakiyên Yekîtiya Zanîngehên Erebî û asta peywendiya di navbera zanîngehên Erebî û Zanîngehên Kurdistanê kir.Li beranber da Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo asta baş ya jiyana Kurdan ya li Şahnişîna Urdinê hebû û her wiha peywendiya di navbera xwe û Şahê Urdin û Herêma Kurdistan û welatê Urdinê bi birayane û dostane wesif kir.Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser gefa terorê li asta cîhanê û şerê Da’îş û azadkirina Musilê û tekez li wê yekê kir ku hê jî ew sedemên bûne sedema serhildan û geşbûna terorê, wekî xwe mane û metirsiya derketina gefeke heman awayê Da’îşê li holê daye û bi pêwîst jî zanî bi navê nehiştina terorê kar li ser sedemên serhildana terorê bê kirin.Di derbarê referandûmê jî Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser qonaxên dîroka hevbeşa gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê û ew êşên li ser xelkê Kurdistanê da hatine wê yekê dûpatkir ku li hemû qonaxan da prensîpa şiraketê hatiye binpêkirin û gelê Kurdistanê westiyaye ji wê ezmûna şikestxwariyên berê dûbare bike, ji bo wê yekê biryara referandûm û hengavên berev serbixweyî yê daye.