CivakRojev

Tirkiyeyê çend deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

 Balafirên şer ên Tirkiye deverên Qendîl, Metîna û Garayê yên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Şevîdin demjimêr 20:00 balefirên artêşa Tirk hinek deverên başûrê Kurdistanê bi hêcata ku çekdarên PKKê lêne bombebaran kir.

Li gora agahiyên ji xelkê deverê tu ziyanek canî nebûye. Lê hinek deverên Qendil,Garê û metina bi tundî hatin bombebaran kirin. Herweha Wezareta Bergiriya Tirkiyeyê jî ragihand ku li Qendîl, Asos, Gare û Metînayê 16 hedef hatin bombebarankirin. Pîştî êrîşa çekdarên PKKê ya xwekujî li Enqere ev cara duyeme başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeve tê bombebaran kirin.

Back to top button