Polîtîk

Tirkiyeyê bi 21 milyar dînaran Duhok xisaret kir

Ji sedema bomberankirina gund û deverên ser sînorên herêma Kurdistanê ji aliyê firokeyên şerî yên Tirkiyeyê ve, tê texmîn kirin û zêdet ji 21 milyar dînaran ziyan gihiştiye mal, milik û zîraeta guniyan.
Civata parêzgeha Duhokê ji bona diyarkirina ziyan û zirara, ji encamê bombebarankirina firokeyên şerî yên Tirkiyeyê bo deverên ser sînor, komîteye pêkanîye.

 Li gor wan encamên komîteyê bidest xistine, Hesen Ebdula rêvebirê îdareya parêzgeha Duhokê ji rojnameya Hewlêr re got: Ziyan û zirarên madî li sînorê wîlayeta Duhokê, bi tenê li her du sinceqên Zaxo û Amedîyê, digihîje zêdetir ji 21milyar dînaran,
 
Ebdula got ku wan daxaz ji parlametoya Îraqê kiriye û tezmînata biden xelkê gundên deverên ser sînor yên  ji encamê bombebaraba firoyekên tirkî ziyan gihiştiyê.

Navborî got jî ku ji encamê bombebaraba firokeyên serî yên tirkî bo ser gundên ser sînor, zêdetir ji 700 nalan koçbar bûne.

Back to top button