Tirkiye welatê zilmê ye
( Divêjin, dawiya rêjîma otorîter wê çaxê tê, gava tirs bi wê ra namîne û ew dibe pêkenok.)
Nivîseke nivîskarekî Rûs, yê şoreşî M. Gorkî heye, bi navê “Efsaneya li ser Danko”, kîderê qehremanê nivîsê, Danko ji bo bikaribe meriyan ji daristana tarî rizgar bike û derxe ronayê, dilê xwe jı sîngê xwe derdixe, agir pêdixe û bi roniya agirê dilê xwe meriya digihîne deşteke aza û bedew. Dûra van meriya dilê agir pêketî bi piyan ditemirînin. Min çira ev tişt got, ber ku miletê kurd jî ji bo damezirandina Tirkiyê her tişt kiriye, qurbaniyên bê hesab daye, kar û xebata xwe bê bermayî diyarî pêşketin û gulvedana Tirkiyê kiriye. Lê gava Tirkiyê ciyê xwe girt, tûyî nava ruhê miletê kurd kir û ne tenê sozên dayî ne anî cî, serda jî dest bi komkujiyê û asîmîlasyonê kir.
Qanûnên nemirovayî derxistin holê: Qedexa ziman, çandê û Kurd ça Tirkên çiya binav kirin. Berê berda, Tirk qelp û dilreş bûne û Kurdên dilsoz û belengaz xwe sipartine van gurên diran tûjên mirovxur û ew kirine bela serê xwe. Ji dîrokê mera eyane, wekî ji dema Osmaniya bigre heta îro gelek sozên mezin dane Kurdan, lê bi cî nekirine. Ev siyaseta kal û bavan cem Tirkan hê jî nehatiya guhertin. Naha îdî ne dema sozan e, lê belê dema gavên piraktîk, ên bi cî kirinê ne. Eger Hikûmeta Tirkiyê tiştekî berbiçav bike, mesele, heqê perwerdeya zimanê kurdî, û PKK jî şerê xwe bidomîne, wê çaxê Kurdê bikaribin reş ji sipî veqetînin. Lê Tirk jî divînin wekî Erdogan, wek her cara, dixapîne.
Loma jî gerek her tişt dîsa ji sêrî da bê destpêkirin. Ew ça bû serokê Israîlê 100-î zêdetir mêrkujên xwînxur, ên Filistînê ji girtîgehê berdan, lê bi 1000-an Kurdên bêguneh hepsên Tirkiyê da dirizin û kes xwe wan nake xwedî? Pêwîste rêxistin pêşiyê-pêşiyê ji bo van sîngê xwe bidirîne, paşê ji bo yên din. Birêz Ocalan jî rojê tiştekî derdixe holê û usa, ku xêncî wî û Erdogan, kes tiştekî tênegihê. Naha jî divêje em Kurdistanê naxwazin. Yek hebe bipirse we ji milet pirsiye ew çi dixwaze? Partiyek nikare bi tenê biryarê ser miletekî bide û gelek şaşe pirsa kurd lı Tirkiyê tenê bi PKK-ê va bê girêdan. Ez divêm xwestikên Kurdan gerek vekirî bin, bê tirs û bê çeqilmast.
Tirk jî zanin Kurd çi dixwazin û wextê hûn li xwe mukir tên, wate ewe ku hûn neheqiya xwe îzbat dikin. Kurd gerek bizanibin, wekî ew li girava Tomas Moor da najîn, lê belê li rojhilata navîn… Hikûmeta Tirkiyê usa jî partiyên wê yên rasîst (nijadperest) wek CHP, MHP, gerek bîr nekin, wekî me bi qurna ber xwe daye û em usa hêsa xwe bi wan va bernadin.
Nava 200 salan da, ji1806-1937 miletê kurd bi dehan caran serî hildaye ji bo azadiya xwe û her serhildanek bi hovane hatiye şikestin: Gund û bajar şewitîn, her cî termên mêr, jin û zarokan… Dû serhildana Agiriyê ra Tirka got: „ Me miletê kurd binerd kiriye û bêton serda kiriye”. Ça divînin Kurd dijîn û gulvedidin û gelek caran îzbat kirine ku tunekirina wan ne mimkune. Heqê me, ya jîyana azad heye, em dixwazin ziman û çanda xwe pêşxin û bi kvalîteyeke nû va derkevin pêşiya cîhanê.
Em miletekî aşîtîxwazin û ji bo serfiraziya xwe bi heqî şer û têkoşînê dikin û emê tu cara rehet nebin heta ku negihîjin meremên xwe.
Belê, em vekirî divêjin! Zimanê me, Welatê me ye û eger heta niha em nehelyane, ji vir pêda jî emê bimînin ça Kurd. Raste, gelek ji Kurdan zimanê xwe nizane, lê ew nayê wê wetayê, ku em bûn Tirk. Na, ya girîng ruhe kurdîtiyê ye. Li Sovyêta berê cihûyan nav-paşnavên xwe, ne bi zorê, bi raya xwe guhertin (ji bo postên baş bidest xin), heta zimanê xwe jî kirin rûsî, lê dilê xwe da man cihû. Mînak- navê Saxarov, ê rastî Zukêrman e ku bi rûsî dibe Saxarov. Gotina min ev e, wekî bese T.Erdogan çevgirtinokê bilîze. Zimanê me, yê me ye û heqê Xwedê jî tuneye vetoyê dayne ser.
Ew ça bû, birêz Erdogan bi carekê va heqê gêneralên hovane va hate der (destê wî xweş be), lê nikare devê MHP, CHP bide girtinê û guh bide ûjdan û logîka (mantiq) xwe û ne bi êmosîona (hestan) tev bigere, û rê ber perwerdeya zimanê kurdî ji bo zarokên kurd veke, ew heqê wane. Bi xwevedizînê tişt çê nabe. Nabe rojekê eşkere tiştekî bêje, rojtira din berovajî bike. Ewa ne maqûl (hişwer) e.
Milet jî îdî ne haqas naîfe, ku çi jêra bêjin, bawer bike.
Birêz serokwezîr çareseriya pirsa kurd usa jî pêvajo hildaye ser milê xwe. Merî nikare bibe berpirsiyar, eger bersîva rast nikare bide.
Zarok kîderê jî bê cîhanê, dê, bav çi milet jî bin, yeke, ji bo wî zimanê zikmakî gelek bi qîmete, bi kîjanî cara yekê gotinên hezkirî dike tile-til. Ew sêrî da dengê diya xwe dibihê, bi wî dengî agahiyan ji cîhanê, xweristê, çiya û golan digire.
Jîyana zarokên me reş nekin. Em dixwazin zarokên me bextewar bin îro û pêşerojê da. Hema îro, ku hela sê salî ne, pênc, deh, panzdeh salî ne. Cîhana wan xweş kin, ku mecbûr nebin rêyeke din, ça çareserî, bigerin. Ne axir, zarok gişt bin rojekê da dijîn.
Halê civakî, yê giran, ferqa navbera jiyana Kurd û Tirkan nerehetiyê û xeterê bi xwe ra tîne. Serokwezîr wek zirbav li zarokên kurdan dinêre. Vêderê îdî siyaseta tek, tek, tek dibe pêkenokî û ji binî va bêwate ye. Ev lîstik qet nemeşiyaye û wê vir pê da jî nemeşe, xwe bi zorê nîne? Merî nikare hikumê xwe ser jina xwe ferz ke, îjar ma dora ser miletekî 40-45 mîlyonî.
Vira îdî çevgirtinok bi dawî tê. Eger Birêz Erdogan dîndarekî rastî be gerek bizanibe wekî Xwedê jî vê neheqiyê qebûl nake, gava li welatekî da miletek heqaretê li miletê din dike, dikuje, bêpar û bêheq dihêle. Axiriya wî welatî nikare xêr be, ber ku eva qanûna Xwedê ye, kîjan derengî nakeve.
Aslîka Qadir-Rojhilatzan, hunermend