Polîtîk

YNK biryara xwe da, hikûmetê de beşdarî dike

Li gor daxuyaniyeke Mekteba Siyasiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê îro Mekteba Siyasî û Encumena Serkirdayetî civiyan û piştî civînê li daxuyaniyek de eşkere kirin ku ew beşdarî li Hikûmeta nû ya Kurdistanê de dikin.

Li daxuyaniyê de di derbarê beşdarî kirina Hikûmeta nû ya Kurdistanê de wiha hatiye nivîsîn “Ji bo pirsa beşdarîkirina li Hikûmetê, bi awayeke giştî prensîpa beşdarîkirinê hatiye pejirandin. Li civînên paşarojê ya serkirdayetiyê de li dawiya vê heftiyê de naveroka projey‌a beşdarîkirina li Hikûmetê de bi awayeke siyasî ve û zanînên rêkarên yasayiyan ji bo pêkanîna Hikûmetê, tê yek alî kirin”.

Back to top button