Cîhan

Tirkiye û Gurcîstan rê nadin barhilgirên Îranî

Tirkiye û Gurcîstanê pêşiya wan barhilgirên Îranî girtine ku xwestine li tixûbê van dû welatan ve biçin Ewrûpa.

Li gor gotina Bêhnam Feramerzyan Berpirsên Beşa Hatinûçûna Jûra Bazirganiya Îranê çend rojeke ku welatên tirkiye û Gurcîstanê ji bilî wê yekê ku peymana wan li gel Îranê hebû, rê nadin barhilgirên Îranî ku ji tixûbên wan ve derbas bibin û biçin Ewrûpa. Eve jî Îranê xistiye rewşeke dinê daketina henarde û hawirdeya kelupelên Îranê.

Her wiha ragihand ku ew neçarin li rêya Rûsya ve ku rêyeke gelek dûrtire barhilgiran birêbikin, lê belê gelek welatên Ewrûpî jî tixûbên xwe ji wan re digrin û eve jî kêşeyeke nû û metirsîdare ji bo bazirganiya Îranê.

Back to top button