Polîtîk

Encama lêkolîna dosyeya Mistefa Selîmî rabigihînin

Rêxistina Cîhanî ya Kurd ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazê dike ku encama lêkolîna lîjneya dosyeya Mistefa Selîmî ji raya giştî re rabigihînin.

Rêxistina Cîhanî ya Kurd ku navenda wê li Almanya ye û navendeke nehikûmî ye û li çend welatên Ewrûpa çalake li nameyeke vekirî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Kurdistanê şandiye û daxwaz dike piştî wan gileyî yên bi radestkirina girtiyê Kurd Mistefa Selîmî ji aliyê hêzên Asayîşa ser bi parêzgeha Silêmanî û paşê soza pêkanîna lîjneya duvdaçûnê, daxwaz dikin ku encama wan lêkolînan ji bo raya giştî rabigihînin.

Li beşeke nameyê da hatiye nivîsîn: “Ev kirdar û karesata diltezîne kelêneke mezin xistiye navbera hevpeywendî û hevdiliya nîştecihên her dû perçeyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Bi dirêjahiya dîrokê û li hemû şoreş û êş û azaran da Rojhilat pişt û penaya Başûr bûye û Başûrê Kurdistanê jî ji ber Hikûmeta Herêmê ve herdem cihê dilxweşî û şanaziya Kurd bûye.

Her wiha nameyê de dinivîse: Ev rûdana diltezîn ku li encama hevkariya di navbera beşek ji hêzên Asayîşa Herêmê û hêzeke terorîstî ya navçeyê wate Supaya Pasdarên Îran pêkhatiye, pereke reşe li nava hêzên Asayîşê ku divê xebatkarên asayîş ji bo Kurd bin neku ji bi radestkirina girtiyeke Kurd bi dijminê wî. Ji bilî wê yekê ku dizaniyan li egera radestkirina bi Îranê tê sêdaredan”.

Li dawiya nameya Rêxistina Cîhanî ya Kurd da hatiye nivîsîn: “Daxwazê dikîn demeke zûtir raya giştî ji naverokan û encama lêkolîna lîjneya dûvdaçûna dosyeya Mistefa Selîmî me agahdar bikin”.

Back to top button