Tirkiye serdana Nêçîrvan Barzanî di malpera fermî de diweşîne
Wezareta derve ya Tirkiyeyê serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê û hevdîtina digel Ehmed Daudoglo wezîrê derve yê Tirkiyeyê di malpera xwe a fermî de diweşîne û ev dibe cara yekem ku, wezareta derve ya Tirkiyeyê bi fesmî nûçeya serdana serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê bi femî di malpera xwe diweşîne.
Gelek caran serok û mezine berpirsên herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê kriye û digel desthilatdarên Enqereyê civyane, lê ev yekem care werzareta derve ya Tirkiyeyê bi fermî behsa serdana vê dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê û civîna digel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Dawudoglo dike.
Nûçe dibêje:
– Birêz Ehmed Dawudoglo wezîrê derve yê Tirkiyeyê roja 30ê tîrmehê 2013ê digel birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê (IKRG) civiya.
Berdewamiya nûçeyê dibêje ku, di civînê de behsa têkeliyan û bi taybetî têkeliyên di warê enerjiyê de hatiye kirin û her du aliyan xwesteke xwe ji bo xurtkirina peywendiyan di hemû waran de nîşan daye:
– Her du aliyan dilgiraniya xwe li hember rewşa Îraqê û zêdebûna kiriyarên terorîstî li Îraqê nîşan da û her du aliyan dîtinên xwe ji bona çareserkirina aloziyên emnî li Îraqê berçav kirin. Her wesa di civînê de behsa rewşa Suriye, Misir û Kongreya Netewiya Kurdî kir.
ji bo xandina nûçeyê linka li jêr veke
http://www.mfa.gov.tr/foreign-minister-davutoglu-meets-with-ikrg-prime-minister-barzani.en.mfa