Rojev
Tirkiye rojavayê Kurdistanê bombebarn kir
Firokeyên şer ên Tirkiyeyê şevî din li rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.Êrîş birin li ser Dêrîkê û Tirbesipiyê.
Li gora daxûyaniya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, firokeyên şer ên Tirkiyeyê şeva borî westgeha petrolê ya Awda ya li bajarokê Tirbesipiyê û 2 caran cihekî şûnwariyê li Dêrikê bombebaran kirin.
Heta niha zanyarî derbarê ziyanên canî û madî nehatine ragihandin.
Piştî êrîşa çekdarên PKKê li ser bingeheka Tirkiye li Zapê û kuştina 9 leşkeran, Tirkiye ev êrîş pêkanî.
Herweha Tirkiye bingehên PKKê yên li Zap, Garê, Metîna, Xakurkê û Qendîlê û hin cih û navçeyên rojavayê Kurdistanê bi firokeyan bombebaran kirin.