Di serokatiya Erdogan de civîna ewlehiyê tê lidarxistin

Berpirsê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun ragihand ku bi biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 13ê Çileyê roja şemiyê saet di 14.30an da li Stenbolê wê civîna ewlehiyê bê kirin.
Hat ragihandin ku piştî şerê li Zapê ku 9 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn, Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan wê îro civîneke ewlekariyê pêk bîne.
Altun di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:
“Bi biryara Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan 13ê Çile roja Şemiyê saet di 14.30an de li Ofîsa Kar a Dolmabahçeyê ya Stenbolê dê civîna ewlehiyê bê lidarxistin.
Wezîrê Derve Hakan Fidan, Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serfermandar Orgeneral Metîn Gurak û serokê MITê Îbrahîm Kalin dê beşdarê civînê dibin.