Serpil Çevikcan  nivisarê rojnama Milliyet a Tirkiyeyê. Çekivcan di derbarê rewşa şerê PKKê û hêzên Tirkiye encama salekî derxistiye. Çevikcan tenê behsa  xusara PKKê dike û herweha behsa  siyaseta Tirkiye li dijê PKKê ya piştî referandumê dike.Rojnemevan dibêje: PKK dixwaze Şingalê ji bo xwe bike Qendila duyem. Şingal piştî hatina DAÎŞê li herêmê gelek girêng bûye. Herweha bû herêmek stratejik. PKK dixwaze li deverê cih bibe û bibe tehdîtek mestir li ser Tirkiye.Serpil Çevikcan   behsa  hinek çavkaniyên leşkeri Tirka û nirxandinên wan di derbarê Şingalê de dike û Dibêje: Çavkaniyên leşkerî didin xuyakirin ku Şingal ji bo PKKê geleki girnge.Sedemên wê giringiyê jê bi vî awayî didin xûyakirin.Şingal di Tixûbê Iraq û Suriyeyê de xwedî cihekî stratejîk e.Erdnigariya herêmê dest dide ku Şingal bibe Qendilek duyem ji bo PKKê.Di aliyê ewlekariyê de ne wek Qendil bê jî giringiyek taybet heye.Dever di nawendekideye ku ji Qendil girîngtire.Li herêmê PKK behtir dikare xelkê peyda bike û bike çekdar.Di aliyî çûyîn hatinê de ji Qendil çêtire.Di bin parastina Amerikade ye.Balefirên cengî bi hesani nikarin herên deverê.Ev û hinek sedemên din jî Tirkiye ev yek giriye wek xetek sor.Tirkiye li gora xwe planan çêdike. PKK ji bo şerê li dijê DAÊŞî li herêmê tê cih kirin. Bi navê “Operasyona Dicle “ bername hene ,lê rastiya vê nayê zanin. Wek Menbic , Şingal jî armanca Enqereye.Ji aliyek din nivîskar di nivîsa xwe de behsa winda bûna saleki ya PKKê dike. Serpil Çevikcan   dibêje:“ Ji 6.Nîsana. 2016ê heta 6.Nêsan.2017ê bîlançoya şerê li dijê PKKê eve:Hêjmara kesên ji holê hatin rakirin: 3.217Hejmara birîndarên hatin girtin: 388Hejmara kesên teslîm bûyin:  463Hêjmara kesên bi saxî hatin girtin: 244  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: