Polîtîk

Şawêys: Kerkûk dê tevlî referanduma serxwebûnê bibe

Endamê Polîtboruya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawêys ragihand, ku wan peyama xwe derbarê referandumê dane konsulxaneyên welatan û got jî “Kerkûk jî dê tevlî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibe”.Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro yekşemiyê li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re civiyan.Piştî bi dawî hatina civîna bi konsul û nûnerên welatên biyanî re, Endamê Polîtboruya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawêys di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku wan peyama xwe derbarê referandumê dane konsulxaneyên welatan.Şawêys got ku referanduma li Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê tê lidarxistin û gotina, “ji bo nivêjê destnivêj tê girtin”, bi kar anî.Roj Nûrî Şawêys destnîşan kir, di civîna îro de, wan ji nûnerên welatan re tekezî li ser ciddîbûna lidarxistina referanduma serxwebûnê kiriye.Nûrî Şawêys li ser heman mijarê da xuyakirin: “Kerkûk jî dê tevlî wê referanduma Herêma Kurdistanê bibe, ku ji bo serxwebûnê dê were lidarxistin.” 

Back to top button