Cîhan

Tirkiye li Israîl hate protesto kirin

Duhî dema leşkerên Israîl êrîş birin ser gemiyên ku dixwestan  arîkariyê bibin Gazayê kirin, gelek kes hatibûn kuştin û birîndar kirin. Tirkiye li ser vê yekê gelek peyamên tund di derbarê Israîlê de dan. Herweha Israîl jî îdia kir ku, di wan gemiyan de çek hebûn û ew çek ji bo rêxistina Hamasê diçûn.

Piştî peyamên tund Tirkiye balyozê xwe yê Israîl şûn ve kişand û pirsgirêkek dîplomatîk di nav her du welatan de destpê kir. Heta di medya Tirkî de hat minaqeşekirin ku, gelo dê Tirkiye dijê Israîl îlana herbekî bike yan ne?

Li gelek bacarên Tirkiye  û hinek bajarên Kurdistana Bakur jî li dijê Israîl xwepêşandanên girseyî çêbûn. Li himber vê li Israil jî li ber balyozxana Tirki dijê hukumeta Tirkiye  israiliyan xwepêşandan kirin û dewleta Tirk bi pravakasyonê tawanbar kirin.

Ev pirsgirêk hêjî bi tundî berdewame û bandore xwe di qada navnetewî de jî dike.

Back to top button