Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê: Divê Îran tobbaranê bisekinîne

 Hikûmeta herêma Kurdistanê daxaz ji Îranê kir ku topbarana deverên ser sînor rawestîne

   
       
Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi fermî daxaz ji Îranê kir ku topbarana deverên ser sînor rawestîne:

Hikûmeta herêma Kurdistanê li hember topbarana deverên ser sînor ji aliyê komara Îslamiya Îranê ve ku, bûye sedemê şehîd û birîndarkirina hevwelatiyên sivîl nerehete.
Ev karê berdewamê Îranê bi awayekî eşkere binpêkirina serweriya axa Îraqê, pirensîpên qanûnê navdewletî û peymanên neteweyên Yekgirtî ye. Ev kiryarên Îranê digel urfên cîrantiyê ne minasib in û ne li gor daxazên hikûmeta herêma Kurdistanê ku dixaze têkeliyên xwe bi dewletên cîran ra bihêz bike ye.

Hikûmeta herêma Kurdistanê careke din daxazê ji komara Îslamiya Îranê dike ku bi zûtrîn dem topbarana deverên ser sînor rawestîne û bi rêya danûstandinên dîrekt û komîteya hevbeş ra her pirsgirêkek hebe çareser bike.

Herwesa hikûmeta herêma Kurdistanê daxazê ji hikûmeta federa a Îraqê dike ku di rêya kanalên xwe yên fermî ra karên pêwîst bike û dîrekt li ser vê meseleyê bi Îranê re bikeve danûstandinê.

Kawe Mehmûd
Berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê
31.05.2010

Back to top button