
Li gora nûçeya ajansa fermî ya Tirkiye AA, Îstixbarata Tirkiye MITê,li Kobanê endamê rêveberiya YPGê û endamê konseya Kobanê Erhan Arman encama operasyonekî kuştiye.
Erhan Arman ji devera Mûşê ye ê di nava PKKê de wek Berxwedan Mûş dihata naskirin. Li gora agahdariya sala 2012ê dema tevlî PKKê bûyî hatiye girtin.Lê piştî berdidin cardin sala 2013ê tevlî PKKê dibe.
Ev nûçeyên bi vî awayî eve demeke derdikevin. Operasyonê MITê bi awayekî li rojava û başûrê Kurdistanê li himber endamên PKKê berdewamin. Di vê derbarê de gelek tişt têne gotin. Ya herî zêde ewe ku, di nava refên PKKê de hinek agahdariya didin Îstixbarata Tirkiye û ew jî li gora van agahdariyan operasyona dikin.
Lê heta niha di vê derbarê de PKK tu daxûyanî nedane û behsa van operasyonên têne kirin jî gelekî nake.