Tirkiye ji bo zarikan girtîgeha veşartî ye

TIRKIYE JI BO ZAROKAN GIRTÎGEHA VEŞARTÎ YE

Peymana Konversiyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî-2

Analîz û wergera ji swêdî: Maruf YILMAZ

Maruf Yilmaz

Tirkiye mecbûr e, ku agahiyên rast bide konversiyona zarokan ya Neteweyên Yekbûyî. Ji ber ku, Tirkiye yek ji wan dewletên ku îmze havêtine binê peymanê ye. Ji ber vê yekê jî, ew bi vê peymanê ve hatiye girêdan. Divê Tirkiye bîryarname û prensîbên Konversiyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî nas bike. Mafê zarokî/ê yê agahdarî û zanyarîyên rast ji dewletê wer bigire. Bendên 42 û 44an di derbara prensîbên erk û mecbûrîyeta agahîyê (enformasyon, zanyarî) de ne. Komîteya çavdêrîyê ya ku li raporên Peymanê mêze dike, heye. Rêxistinên Konversiyona Zarokan ya Neteweyeyên Yekbûyî jî, dikarin beşdarîya komcivînan bikin û jê agahdariyê rast wer bigirin. Naveroka Konversiyona Zarokan ji 54 bendan pêktê 1- 41 (1-41) bend jê xwegir û mafên her zarokî/ê çi ne, diparêzin. Bendên din, di derbara ku dewletên endam de ne, dê bi çi hawayî bi konversiyonê kar bikin… Divê bendên 1-41ê wekî laşekî bên bixwendin. Bi gotineke din, bendên 1ê heta 41ê ji hevûdu nabin, ji ber ku, ew bi hebûdu ve girêdayî ne.

Gava ez qala zarokî/ê dikim, hingê du perspektîv tên bîra min:
1. Perspektîva objektê
2. Perspetîva subjektê

Perspektîva objektîvê tê wateya ku bîryardêr û birêvebirên sazîyan li ser bingeha zanyarî û tecrûbeyên xwe, çi ji bo zarokî/ê baş be, divê wısan bikin.
Perspektîva subjekîvê tê wateya ku zarok di bin bandora mezinan (dê û bav, mamoste, salmazin) de ne maye. Zarok bi serê xwe difikire û gotinên wî/ê yên wî/ê bi xwe ne. Rastirîn metod ev e. Dîtînên zarokî/ê li gorî konversiyona zarokan:

•Peyv û gotinên zarokî/ê bi xwe wekî çavkanîyê.
•Rastîya provîsîyonê
•Rastîya partïcîpasîyonê.

Hêjahîya pedagojîyê:
•Divê em guhdarîya zarokî/ê bikin.
•Demokrasî di praktîkê de.
•Mafên zarokî/ê bê parastin.

Ez dikarim wisan bibêjim, divê qanûnên civakî wisan bin:
•Em li zarokî/ê guhdar bikin û rûmeta wî/ê bigirin.
•Divê zarok bê tirs bijî, wek: hêmin, piştrast û bi tecrûbeyên xwe ve.
•Divê demokrasî di pratîkê de hebe, ne bi gotin.
•Wekhevî: subjekt-subjekt
•Dadmendî, rastîn û divê bi dadê li zarokî/ê mêze bikin.

Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, bend: 6, 18, 23, 24, 27 û 27 giraniya xwe didin ser saxî, tendurîstî, samlemî û têrbûna zarokan. Li gorî agahîyên ku gihiştine mın, UNICEF ji hukumeta AKPê xwest ku ew di qanûnên xwe de guhertinan pêk bîne û zarokên girtî serbest ber bide.
54 bendên Konversiyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hene, 4 ji wan bendan ev in:
•Bend 2: nediskrîmînasyon; mafên hemû zarok wekî hev e û wekî hev birûmet in. Konvensiyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî di derbara hemû zarokan de ye, li wî welatê ku zarok lê dijîn (Konvensiyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, Bend 2). Di derbara vê yekê de Yekitiya Ewropayê, benda 21an, r. 16,17 jî qala îdelolojiya totalîter û qewmîyetparêzî, neteweweparêzî û yekrengînî hemberî ziman, ol, nasname û kulturên din dike.
•Bend 3: di derbara zarokî/ê de kirinên baştirîn ji bo zarokan, çi baş e, divê mirov wî tiştî ji bo zarokan bike. Wekî bicîhkirina zarokî/ê li ba dêya wî/ê an jî li ba bavê wî/ê an jî li ba kesên din an jî li ba dezgeheke fermî mayîna zarokî/ê.
•Bend 6: mafên jîyan û pêşveçûna zarokî/ê tê parastin.
•Bend 12: azadiya zarokî/ê ya bawerî, dîtin, ramanî tê parastin û divê kesén salmezin guhdarîya zarokî/ê bikin. Ev bend giraniya xwe dide ser dîtin û bîrûbaweriya zarokî/ê. Divê mamoste bi perspektîva zarokî/ê mafên ferdan (zarokan) binirxîne, da ku firqiya me û desthilatdarên tirk diyar bibe. Prensîbên di derbara zarokî/ê de hatine, nivîsîn, dibêjin, divê zarok di fikirê xwe de azad be.
Bend 1 Zarok her mirovê/a ku di binîya 18 salan de be.
Bend 2: nediskrîmînasyon; mafên hemû zarok wekî hev e û ew wekî hev birûmet in. Ev bend baldikişıne ser sedemên nijadî, rengê çerm, ziman, taybentîya sosyal, ol…
Bend 3 Kirinên baştirîn ji bo zarokî/ê, çi baş e, divê mirov wî tiştî bike. Divê dilşadîya zarokî/ê bibe armanca yekemîn.
Bend 4 Mafên zarokî/ê yên civakî, aborî û kulturî diparêze. Gava ku îmkanê dewletê têr neke, divê dewlet bi rêya Peymana Konversiyona Zarokan ya Navneteweyî li çareserîyan bigere.
Bend 6 Mafên jîyan û pêşveçûna zarokî/ê tê parastin. Mafê wî/ê heye ku bijî, perwerde bibe.
Bend 7 Mafê her zarokî/ê heye ku ew navekî li xwe bike û neteweyekî xwe hebe. Yanî her malbal azad e, navê zarokê/a xwe bipejirîne û li gorî xwe navekî lê bike.
Benda 7-8 Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî di derbara hemû zarokan de ye ku mafê wan heye ku bizanibe, ew kî ne. Bi gotineke din, mafê wî/ê (kur, keç) heye ku bizanibe ew kî ye û dê û bavên wî/ê kî ne. Benda 8an ya Peymana Konvensîyona Zarokan dibêje nasnameya xwe nas bike. Ev mafê her zarok yê xwezayî ye û kes nikare jê bigire. Dewletên Konversîyonê soz didin ku ew dê rûmet û rêzdarîyên xwe nîşan bidin ji bo parastına nasnameya zarokî/ê. Bi vê yekê ve girêdayî navê zarokî/ê û têkilîya wî/ê digel xizm, binemal, mirovên mirovî/ê û nêzikên mirovî di qanûnê de bihête pejirandin û nivîsîn. Heger nasnameya zarokî/ê bihête înkarkirin, dê Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî nehêle. Heger zarokên kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehîyê nakin, li wir hem li dijî merovahîyê û hem li dijî zarokan û hem jî, li dijî dê û bavên zarokan tawan tê kirin.

Bend 9 Divê menfaeta zarokî/ê di ser hertıştî re be, bêyî xwestina xwe ji dêûbavê xwe neyê veqetandin an jî dûrxistin. Zarokê/a ku ji ber hin sedeman ne li ba dêya xwe/bavê xwe dimîne, xwedîmaf e ku bi hawayekî herdemî dêya xwe/ bavê xwe bibîne.

Bend 10 Malbatên ku jihevûdu veqetîyane û di navbera wan de sînorên dewletan hebe, dîsan dikarin bigîhijin hevûdu û hevûdu bibînin.
Bend 11 Zarokrevandin û rawestedina zarokî/ê ya bêdestûrî û bêqanûnî li derveyî welêt qedexe ye. Mafê zarok û dêbav heye ku hevûdu bibînin.
Bend 12: azadiya zarokî/ê ya bawerî, dîtin, ramanî tê parastin û divê kesén salmezin guhdarîya zarokî/ê bikin. Ev bend giraniya xwe dide ser dîtin û bîrûbaweriya zarokî/ê. Divê mamoste bi perspektîva zarokî/ê, mafên ferdan (zarokan) binirxîne. Prensîbên di derbara zarokî/ê de hatine, nivîsîn, dibêjin, divê zarok di fikirê xwe de azad be.
Bend 13 Azadîya înformasyonê ya zarokî/ê heye. Mafê zarokî/ heye ku azad bifikire, bawerîya xwe bi kîjan Xwedê bîne, di fikirê xwe de azad e.
Bend 14 Azadiya hizrê (bîrûbawerî), wijdan û olê/olan (dîn). Dewletên ku endamên konversiyonê dê mafên zarokî/ê yên azadîya hizrê, civîn, wijdan û olê bi rûmet biparêzin.
Bend 15 Azadiya komeleyî û mafê civîna ciwanan diparêze. Li wir dewletên endam mafên zarokî/ê yê komeleyî diparêzin.
Bend 16 Mafê zarokî/ê yê jîyana prîvat û malbatîyê heye. Ev bend di derbara jîyana prîvat a zarokî/ê de ye. Nimûne: ev bend dibêje mafên dêûbavê zarokî/ê tune ye, ku name û defterên zarokî/ê bixwînin. Nimûneya duhemîn: Dibe zarok derîyê odeya xwe bigire ji bo xwe azad bibîne. Yan jî gava ku zarok biçe tuwaletê, derîyê tuwaleta xwe bigire da ku xwe azad bibîne (hîs bike).
Bend 17 Mafên zarokî/ê yê agahîya massmediya û çapemenîyê heye.
Bend 18 Hem dê û hem jî bavê zarokî/ê xwediyên berpirsîya hevbeş ya yekemîn in. Divê menfaeta zarokî/ê di ser hertistî re be.
Bend 19 Mafê zarokî/ê heye ku xwe li dijî kotek, cebr û şideta fîzîkî û psîkolojîk bên parastin û ev parastin ji alîyê dêûbavê zarokî/ê ve yan jî, ji alîyê welîyekî/ê din ve bê parastin.
Bend 20 Zarokê /a ku ji malbata xwe hatibe veqetandin an jî, bê par hatibe hiştin, dê xwedîyê mafê lênêrê/a alternatîf be. Divê dewlet li gorî qanûnên Konversiyona Zarokan menfaeta zarokî/ê çi be dewlet wisan bıke.
Bend 21 Ewladkirina zarokî/ê, zarokê/a holê li hemberî qanûnan, weke zarokê/a ku ji dayîka xwe nû çêbibe, tê hesêb kirin.
Bend 22 Mafê Zarokê/a penaber tê parastin. Gava zarok ji welatê reviyabe, mafê wî/ê tê parastin û ew dikare alîkarîyê werbigire. Dibe ku zarok bi yekî/â din re hatibe, dîsan jî mafê zarokî/ê tê parastin.Zarok bi serê xwe bê yan jî bi dêûbavê re bê mafê wî/ê tê parastin wekî hevwelatiyên wî welatî.
Bend 23 Her zarokê/a seqetîya wî/ê ya fîzîkî yan jî psîkolojîk hebe, mafê wî/ê yê jîyaneke baş ku bikaribe bi hawayekî çalak beşdarîya civakê dike, heye.
Bend 24 Mafê zarokî/ê yê lênêrîna nexweşîyê heye.
Bend 26 Piştrastîya sosyalê ya ewlehîyê (hêmina civakî).
Bend 28-29 Mafê zarokî/ê ya perwerdeya bingehîn heye. Mafê zarokî/ê ya dibistana pêşîn û navîn ya bêpere (belaş) heye. Li gorî Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên ferdan (zarokan) heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe û nasnameya xwe nas bike (bend: bend 8, 28, 29, 30, çand bend 31). Tirkiye bendên qanûnî yên Konversiyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike, ji ber hingê jî, bendên 17, 29 û 30 yênPeymana Zarokan ya Navneteweyî nas ne û ji lew re jï îmze nekir. Çend bendên girîng hene, ku ew li ser perwerdeya zarokî/ê, azadiya ramanê, hawayê jîyînê, çand û bikarhanîna zimanê dayîkê. Ew xalên ku Tirkiye bin pê dike ev in: bend 2, 6, 6, 7, 8, 12, 17, 29, 30. Lê li gorî hin kesan ev xal in: 17, 29 û 30. Ev dîtin ne rast e. Em dikarin ji kuderê alîkariyê werbigirin? Em dikarin ji EU, Europa, Haagkonferens û Qanûnên giştî süd werbigirin.

Li gorî Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên ferdan (zarokan) heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe û nasnameya xwe nas bike (bend: bend 8, 28, 29, 30, çand bend 31). Konvensîyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî di benda 27ê qala jiyana zarokî/ê dike û dibêje: welatên ku îmza havêtin binê Konvensîyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî pêwîste mafên zarokan ên fîzîkî, ruhî (pisikolojî), moralî û pêşveçûna wan a civakî biparêzin. Di benda 37an de li dijî cezaya mirinê û îşkenceyê ye û benda 38an jî mafê zarokan li dijî şerê çekdariyê diparêze.
Bend 29 Zarok her mirovê/a zarokek dikare here dibistanê û li wir perwerde bide. Mafê wî/ê heye ku li wir hîn bibe.
Benda 30î di derbara mafê zarokên hindikneteweyan de ye. Li wan dewletên ku hindiknetewe tê de hebin, divê mîrasa kultura wan wenda nebe. Mafên hindikneteweyên kevn ên zimanî, olî , kulturî û hawayê jîyanna wan tê parastin da ku ew mîrasa kevnare wenda nebe. Zarokê/a ku ji hindikneteweyekê be yan jî aîdî kevnneteweyan be, mafê wî/ê yê ziman, çand û olî heye.
Bend 31 Mafê zarokî/ê yê vehesîn, bêhna xwe vedan, dema serbest û lîstikê heye.
Bend 32 Parastina zarokî/ê li hemberî bikarhanîna aborîyê û jê sûd wergirtinê. Bi darê zorê karkirina wî/ê qedexe ye.

Bend 33 mafê zarokî/ê heye ku li hemberî bikarhanîna narkotîk û madeyên psîkotropayê bê parastin.
Bend 34 Mafê zarokî/ê heye kul i hemberî tecawiz, seks û pornografîyê bê parastin. Li hemberî bikarhanîn jê sûd wergirtinê.
Bend 35 Mafê kesî/ê tune ye ku zarokî/ê birevîne yan jî bifiroşe. Divê rê li ber, firotin, tucarey û revandina zarokî/ê bê girtin.
Bend 36 Parastina zarokî/ê li hemberî hemû formên bikarhanînê yên ku zerarê didin zarokî/ê.
Bend 37 Tu zarok nikare marûzî îşkenceyê ango zordariyê bide. Divê zarok di tehlûkê de nebe û zarok ji azadîya xwe ya fikrî bê par nehê hiştın.
Bend 38 Parastina zarokî/ê li hemberî nakokîyan. Divê zarok nebe leşker û beşdarîya şerê çekdariyê nebe.
Bend 39 Rehabîlîstasyon, Zarokê/a ku ketiye ser rêya xerab û marûzî metodeke nemirovane, tecawiz, guhnedan, îşkence yan jî fomên din yën wekî zordarî û jîyana nemirovan yan jî hatibe cezakirin û bikarhanîn, hingê mafê wî/ê yê lênêrîn, rehabîlîstasyon heye.
Bend 40 Pêvajoya cezayê û lênêrîna krimînalê. Zarokê/a ku ji bo tawanekê hatibe tawanbarkirin an jî ji bo kirinên bê qanûnî hatibe cezakirin û cezayê xwaribe jî, dîsan mafê zarokî/ê yê lênêrîn û lê mêzekirinê yê hestên (hîs) zarokî/ê dide ser hêjahîyê heye û mafên mirovane yên kesên din û azadîyên bingehîn zarokî/ê pêşve bibe heye.
Bend 41 Gava ku qanûnên neteweyî yên welatê ku zarok lê dimîne, li wî welatî îmkanên zêdetir bidin zarokî/ê, hingê mafên wî/ê di vê konversiyon de derbas nabin. Gava qanûnên neteweyî yên din ji bo pêkanîna van mafan îmkanên mezintir bidin, hingê mafên di vê peymanê de hene derbas nabin.
Naveroka Konversiyon Zarokan ya Neteweyê Yekbûyî ji 54 bendan pêktê, 41 (1-41) bend jê xwegir û mafên her zarokî/ê çi ne, diparêzin. / Maruf Yilmaz

Helander, Karin “‘Det var roligt när mamman grät’ – barns tankar om teater”, Barns smak. Om barn och estetik. red. Anne Banér, Stockholm: Centrum för barnkulturforskning nr 36, Stockholms universitet, 2004.

Junefelt, Karin “Bakhtin – a missing link in hypotheses about children’s linguistic and cognitive development.”*

Junefelt. Karin, “Identity and Development: Lessons Learned From a Blind Child”, Topics in Language Disorders, vol. 24:no 3, 2004*

Mathiasson, L. (red.) Janusz Korczak och barnens värld. Lund: Studentlitteratur, 2004

Mänskliga rättigheter – Konventionen om barnets rättigheter. Regeringskansliet: UD info, 2003. *

Norman, Karin, Kulturella föreställningar om barn: Ett socialantropologiskt perspektiv. Stockholm: Rädda Barnen, 1996

Schiratzki, J. Barnrättens grunder. Lund: Studentlitteratur, 2002 (3 uppl. 2006), s. 11-43

Foto: Peymana Konversiyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî-2 Analîz û wergera ji swêdî: Maruf YILMAZ Tirkiye mecbûr e, ku agahiyên rast bide konversiyona zarokan. Ji ber ku, ew yek ji wan dewletên ku îmze havêtine binê peymanê ye. Ji ber vê yekê jî, ew bi vê peymanê ve hatiye girêdan. Divê Tirkiye bîryarname û prensîbên Konversiyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî nas bike. Mafê zarokî/ê yê agahdarî û zanyarîyên rast ji dewletê wer bigire. Bendên 42 û 44an di derbara prensîbên erk û mecbûrîyeta agahîyê (enformasyon, zanyarî) de ne. Komîteya çavdêrîyê ya ku li raporên Peymanê mêze dike, heye. Rêxistinên Konversiyona Zarokan ya Neteweyeyên Yekbûyî jî, dikarin beşdarîya komcivînan bikin û jê agahdariyê rast wer bigirin. Naveroka Konversiyona Zarokan ji 54 bendan pêktê 1- 41 (1-41) bend jê xwegir û mafên her zarokî/ê çi ne, diparêzin. Bendên din, di derbara ku dewletên endam de ne, dê bi çi hawayî bi konversiyonê kar bikin… Divê bendên 1-41ê wekî laşekî bên bixwendin. Bi gotineke din, bendên 1ê heta 41ê ji hevûdu nabin, ji ber ku, ew bi hebûdu ve girêdayî ne. Gava ez qala zarokî/ê dikim, hingê du perspektîv tên bîra min: 1. Perspektîva objektê 2. Perspetîva subjektê Perspektîva objektîvê tê wateya ku bîryardêr û birêvebirên sazîyan li ser bingeha zanyarî û tecrûbeyên xwe, çi ji bo zarokî/ê baş be, divê wısan bikin. Perspektîva subjekîvê tê wateya ku zarok di bin bandora mezinan (dê û bav, mamoste, salmazin) de ne maye. Zarok bi serê xwe difikire û gotinên wî/ê yên wî/ê bi xwe ne. Rastirîn metod ev e. Dîtînên zarokî/ê li gorî konversiyona zarokan: •Peyv û gotinên zarokî/ê bi xwe wekî çavkanîyê. •Rastîya provîsîyonê •Rastîya partïcîpasîyonê. Hêjahîya pedagojîyê: •Divê em guhdarîya zarokî/ê bikin. •Demokrasî di praktîkê de. •Mafên zarokî/ê bê parastin. Ez dikarim wisan bibêjim, divê qanûnên civakî wisan bin: •Em li zarokî/ê guhdar bikin û rûmeta wî/ê bigirin. •Divê zarok bê tirs bijî, wek: hêmin, piştrast û tecrûbeyên xwe. •Divê demokrasî di pratîkê de hebe, ne bi gotin. •Wekhevî: subjekt-subjekt •Dadmendî, rastîn û divê bi dad li zarokî/ê mêze bikin. Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, bend: 6, 18, 23, 24, 27 û 27 giraniya xwe didin ser saxî, tendurîstî, samlemî û têrbûna zarokan. Li gorî agahîyên ku gihiştine mın, UNICEF ji hukumeta AKPê xwest ku ew di qanûnên xwe de guhertinan pêk bîne û zarokên girtî serbest ber bide. 54 bendên Konversiyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hene, 4 ji wan bendan ev in: •Bend 2: nediskrîmînasyon; mafên hemû zarok wekî hev e û wekî hev birûmet in. Konvensiyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî di derbara hemû zarokan de ye, li wî welatê ku zarok lê dijîn (Konvensiyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, Bend 2). Di derbara vê yekê de Yekitiya Ewropayê, benda 21an, r. 16,17 jî qala îdelolojiya totalîter û qewmîyetparêzî, neteweweparêzî û yekrengînî hemberî ziman, ol, nasname û kulturên din dike. •Bend 3: di derbara zarokî/ê de kirinên baştirîn ji bo zarokan, çi baş e, divê mirov wî tiştî ji bo zarokan bike. Wekî bicîhkirina zarokî/ê li ba dêya wî/ê an jî li ba bavê wî/ê an jî li ba kesên din an jî li ba dezgeheke fermî mayîna zarokî/ê. •Bend 6: mafên jîyan û pêşveçûna zarokî/ê tê parastin. •Bend 12: azadiya zarokî/ê ya bawerî, dîtin, ramanî tê parastin û divê kesén salmezin guhdarîya zarokî/ê bikin. Ev bend giraniya xwe dide ser dîtin û bîrûbaweriya zarokî/ê. Divê mamoste bi perspektîva zarokî/ê mafên ferdan (zarokan) binirxîne, da ku firqiya me û desthilatdarên tirk diyar bibe. Prensîbên di derbara zarokî/ê de hatine, nivîsîn, dibêjin, divê zarok di fikirê xwe de azad be. Bend 1 Zarok her mirovê/a ku di binîya 18 salan de be. Bend 2: nediskrîmînasyon; mafên hemû zarok wekî hev e û ew wekî hev birûmet in. Ev bend baldikişıne ser sedemên nijadî, rengê çerm, ziman, taybentîya sosyal, ol… Bend 3 Kirinên baştirîn ji bo zarokî/ê, çi baş e, divê mirov wî tiştî bike. Divê dilşadîya zarokî/ê bibe armanca yekemîn. Bend 4 Mafên zarokî/ê yên civakî, aborî û kulturî diparêze. Gava ku îmkanê dewletê têr neke, divê dewlet bi rêya Peymana Konversiyona Zarokan ya Navneteweyî li çareserîyan bigere. Bend 6 Mafên jîyan û pêşveçûna zarokî/ê tê parastin. Mafê wî/ê heye ku bijî, perwerde bibe. Bend 7 Mafê her zarokî/ê heye ku ew navekî li xwe bike û neteweyekî xwe hebe. Yanî her malbal azad e, navê zarokê/a xwe bipejirîne û li gorî xwe navekî lê bike. Benda 7-8 Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî di derbara hemû zarokan de ye ku mafê wan heye ku bizanibe, ew kî ne. Bi gotineke din, mafê wî/ê (kur, keç) heye ku bizanibe ew kî ye û dê û bavên wî/ê kî ne. Benda 8an ya Peymana Konvensîyona Zarokan dibêje nasnameya xwe nas bike. Ev mafê her zarok yê xwezayî ye û kes nikare jê bigire. Dewletên Konversîyonê soz didin ku ew dê rûmet û rêzdarîyên xwe nîşan bidin ji bo parastına nasnameya zarokî/ê. Bi vê yekê ve girêdayî navê zarokî/ê û têkilîya wî/ê digel xizm, binemal, mirovên mirovî/ê û nêzikên mirovî di qanûnê de bihête pejirandin û nivîsîn. Heger nasnameya zarokî/ê bihête înkarkirin, dê Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî nehêle. Heger zarokên kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehîyê nakin, li wir hem li dijî merovahîyê û hem li dijî zarokan û hem jî, li dijî dê û bavên zarokan tawan tê kirin. Bend 9 Divê menfaeta zarokî/ê di ser hertıştî re be, bêyî xwestina xwe ji dêûbavê xwe neyê veqetandin an jî dûrxistin. Zarokê/a ku ji ber hin sedeman ne li ba dêya xwe/bavê xwe dimîne, xwedîmaf e ku bi hawayekî herdemî dêya xwe/ bavê xwe bibîne. Bend 10 Malbatên ku jihevûdu veqetîyane û di navbera wan de sînorên dewletan hebe, dîsan dikarin bigîhijin hevûdu û hevûdu bibînin. Bend 11 Zarokrevandin û rawestedina zarokî/ê ya bêdestûrî û bêqanûnî li derveyî welêt qedexe ye. Mafê zarok û dêbav heye ku hevûdu bibînin. Bend 12: azadiya zarokî/ê ya bawerî, dîtin, ramanî tê parastin û divê kesén salmezin guhdarîya zarokî/ê bikin. Ev bend giraniya xwe dide ser dîtin û bîrûbaweriya zarokî/ê. Divê mamoste bi perspektîva zarokî/ê, mafên ferdan (zarokan) binirxîne. Prensîbên di derbara zarokî/ê de hatine, nivîsîn, dibêjin, divê zarok di fikirê xwe de azad be. Bend 13 Azadîya înformasyonê ya zarokî/ê heye. Mafê zarokî/ heye ku azad bifikire, bawerîya xwe bi kîjan Xwedê bîne, di fikirê xwe de azad e. Bend 14 Azadiya hizrê (bîrûbawerî), wijdan û olê/olan (dîn). Dewletên ku endamên konversiyonê dê mafên zarokî/ê yên azadîya hizrê, civîn, wijdan û olê bi rûmet biparêzin. Bend 15 Azadiya komeleyî û mafê civîna ciwanan diparêze. Li wir dewletên endam mafên zarokî/ê yê komeleyî diparêzin. Bend 16 Mafê zarokî/ê yê jîyana prîvat û malbatîyê heye. Ev bend di derbara jîyana prîvat a zarokî/ê de ye. Nimûne: ev bend dibêje mafên dêûbavê zarokî/ê tune ye, ku name û defterên zarokî/ê bixwînin. Nimûneya duhemîn: Dibe zarok derîyê odeya xwe bigire ji bo xwe azad bibîne. Yan jî gava ku zarok biçe tuwaletê, derîyê tuwaleta xwe bigire da ku xwe azad bibîne (hîs bike). Bend 17 Mafên zarokî/ê yê agahîya massmediya û çapemenîyê heye. Bend 18 Hem dê û hem jî bavê zarokî/ê xwediyên berpirsîya hevbeş ya yekemîn in. Divê menfaeta zarokî/ê di ser hertistî re be. Bend 19 Mafê zarokî/ê heye ku xwe li dijî kotek, cebr û şideta fîzîkî û psîkolojîk bên parastin û ev parastin ji alîyê dêûbavê zarokî/ê ve yan jî, ji alîyê welîyekî/ê din ve bê parastin. Bend 20 Zarokê /a ku ji malbata xwe hatibe veqetandin an jî, bê par hatibe hiştin, dê xwedîyê mafê lênêrê/a alternatîf be. Divê dewlet li gorî qanûnên Konversiyona Zarokan menfaeta zarokî/ê çi be dewlet wisan bıke. Bend 21 Ewladkirina zarokî/ê, zarokê/a holê li hemberî qanûnan, weke zarokê/a ku ji dayîka xwe nû çêbibe, tê hesêb kirin. Bend 22 Mafê Zarokê/a penaber tê parastin. Gava zarok ji welatê reviyabe, mafê wî/ê tê parastin û ew dikare alîkarîyê werbigire. Dibe ku zarok bi yekî/â din re hatibe, dîsan jî mafê zarokî/ê tê parastin.Zarok bi serê xwe bê yan jî bi dêûbavê re bê mafê wî/ê tê parastin wekî hevwelatiyên wî welatî. Bend 23 Her zarokê/a seqetîya wî/ê ya fîzîkî yan jî psîkolojîk hebe, mafê wî/ê yê jîyaneke baş ku bikaribe bi hawayekî çalak beşdarîya civakê dike, heye. Bend 24 Mafê zarokî/ê yê lênêrîna nexweşîyê heye. Bend 26 Piştrastîya sosyalê ya ewlehîyê (hêmina civakî). Bend 28-29 Mafê zarokî/ê ya perwerdeya bingehîn heye. Mafê zarokî/ê ya dibistana pêşîn û navîn ya bêpere (belaş) heye. Li gorî Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên ferdan (zarokan) heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe û nasnameya xwe nas bike (bend: bend 8, 28, 29, 30, çand bend 31). Tirkiye bendên qanûnî yên Konversiyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike, ji ber hingê jî, bendên 17, 29 û 30 yênPeymana Zarokan ya Navneteweyî nas ne û ji lew re jï îmze nekir. Çend bendên girîng hene, ku ew li ser perwerdeya zarokî/ê, azadiya ramanê, hawayê jîyînê, çand û bikarhanîna zimanê dayîkê. Ew xalên ku Tirkiye bin pê dike ev in: bend 2, 6, 6, 7, 8, 12, 17, 29, 30. Lê li gorî hin kesan ev xal in: 17, 29 û 30. Ev dîtin ne rast e. Em dikarin ji kuderê alîkariyê werbigirin? Em dikarin ji EU, Europa, Haagkonferens û Qanûnên giştî süd werbigirin. Li gorî Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên ferdan (zarokan) heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe û nasnameya xwe nas bike (bend: bend 8, 28, 29, 30, çand bend 31). Konvensîyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî di benda 27ê qala jiyana zarokî/ê dike û dibêje: welatên ku îmza havêtin binê Konvensîyona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî pêwîste mafên zarokan ên fîzîkî, ruhî (pisikolojî), moralî û pêşveçûna wan a civakî biparêzin. Di benda 37an de li dijî cezaya mirinê û îşkenceyê ye û benda 38an jî mafê zarokan li dijî şerê çekdariyê diparêze. Bend 29 Zarok her mirovê/a zarokek dikare here dibistanê û li wir perwerde bide. Mafê wî/ê heye ku li wir hîn bibe. Benda 30î di derbara mafê zarokên hindikneteweyan de ye. Li wan dewletên ku hindiknetewe tê de hebin, divê mîrasa kultura wan wenda nebe. Mafên hindikneteweyên kevn ên zimanî, olî , kulturî û hawayê jîyanna wan tê parastin da ku ew mîrasa kevnare wenda nebe. Zarokê/a ku ji hindikneteweyekê be yan jî aîdî kevnneteweyan be, mafê wî/ê yê ziman, çand û olî heye. Bend 31 Mafê zarokî/ê yê vehesîn, bêhna xwe vedan, dema serbest û lîstikê heye. Bend 32 Parastina zarokî/ê li hemberî bikarhanîna aborîyê û jê sûd wergirtinê. Bi darê zorê karkirina wî/ê qedexe ye. Bend 33 mafê zarokî/ê heye ku li hemberî bikarhanîna narkotîk û madeyên psîkotropayê bê parastin. Bend 34 Mafê zarokî/ê heye kul i hemberî tecawiz, seks û pornografîyê bê parastin. Li hemberî bikarhanîn jê sûd wergirtinê. Bend 35 Mafê kesî/ê tune ye ku zarokî/ê birevîne yan jî bifiroşe. Divê rê li ber, firotin, tucarey û revandina zarokî/ê bê girtin. Bend 36 Parastina zarokî/ê li hemberî hemû formên bikarhanînê yên ku zerarê didin zarokî/ê. Bend 37 Tu zarok nikare marûzî îşkenceyê ango zordariyê bide. Divê zarok di tehlûkê de nebe û zarok ji azadîya xwe ya fikrî bê par nehê hiştın. Bend 38 Parastina zarokî/ê li hemberî nakokîyan. Divê zarok nebe leşker û beşdarîya şerê çekdariyê nebe. Bend 39 Rehabîlîstasyon, Zarokê/a ku ketiye ser rêya xerab û marûzî metodeke nemirovane, tecawiz, guhnedan, îşkence yan jî fomên din yën wekî zordarî û jîyana nemirovan yan jî hatibe cezakirin û bikarhanîn, hingê mafê wî/ê yê lênêrîn, rehabîlîstasyon heye. Bend 40 Pêvajoya cezayê û lênêrîna krimînalê. Zarokê/a ku ji bo tawanekê hatibe tawanbarkirin an jî ji bo kirinên bê qanûnî hatibe cezakirin û cezayê xwaribe jî, dîsan mafê zarokî/ê yê lênêrîn û lê mêzekirinê yê hestên (hîs) zarokî/ê dide ser hêjahîyê heye û mafên mirovane yên kesên din û azadîyên bingehîn zarokî/ê pêşve bibe heye. Bend 41 Gava ku qanûnên neteweyî yên welatê ku zarok lê dimîne, li wî welatî îmkanên zêdetir bidin zarokî/ê, hingê mafên wî/ê di vê konversiyon de derbas nabin. Gava qanûnên neteweyî yên din ji bo pêkanîna van mafan îmkanên mezintir bidin, hingê mafên di vê peymanê de hene derbas nabin. Naveroka Konversiyon Zarokan ya Neteweyê Yekbûyî ji 54 bendan pêktê, 41 (1-41) bend jê xwegir û mafên her zarokî/ê çi ne, diparêzin. / Maruf Yilmaz Helander, Karin “‘Det var roligt när mamman grät’ – barns tankar om teater”, Barns smak. Om barn och estetik. red. Anne Banér, Stockholm: Centrum för barnkulturforskning nr 36, Stockholms universitet, 2004. Junefelt, Karin “Bakhtin – a missing link in hypotheses about children’s linguistic and cognitive development.”* Junefelt. Karin, “Identity and Development: Lessons Learned From a Blind Child”, Topics in Language Disorders, vol. 24:no 3, 2004* Mathiasson, L. (red.) Janusz Korczak och barnens värld. Lund: Studentlitteratur, 2004 Mänskliga rättigheter – Konventionen om barnets rättigheter. Regeringskansliet: UD info, 2003. * Norman, Karin, Kulturella föreställningar om barn: Ett socialantropologiskt perspektiv. Stockholm: Rädda Barnen, 1996 Schiratzki, J. Barnrättens grunder. Lund: Studentlitteratur, 2002 (3 uppl. 2006), s. 11-4372007

Maruf Yilmaz

Nerîna min :