Polîtîk

Tirkiye ji bo Qendil pêwendî Îranêre datîne

Eve demeke Artêşa Tirkiye li himber PKKê li sinorê Kurdistana Başûr operasyona dike. Balefirên cengî yên Tirkiye rojane hinek herêmên Kurdistana Başûr bombebaran dike. Artêşa Tirkiye li ser hinek bingehên PKKê cih bûne û gelek deverên ku di destê PKKê de niha bûne bingehên lêşkerî yê Tirkiye.Tirkiye niha Qendil kiriye armanca operasyonek berfireh. Herweha Tirkiye eşkere dide xûyakirin ku ewê li deverên ku PKK lê hene operasyona bikin.Di vê derbarê de hukumeta Iraqê niha bê deng e. Ji bo Tirkiye li devera Qendil operasyonekî bike rizamendiya Iranê pêwiste.Serokkomarê Tirkiye Erdogan da kifşkirin ku , Operasyona Qendilê destpêkiriye. Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu jî di bernameyek televizyonî de da xûyakirin ku, ew ji bo operasyona Qendilê li gel Îranê di nava dayînstandinekî de ne.Herweha Çavuşoglu got: Gellekî pêwîst e Qendîl ji terorîstan were paqijkirin, ji ber ku ewana metrisiyê li ser ewlehiya netewî ya Tirkiyê çêdikin.Tê zanin ku li devera sinor û di nava axa Kurdistana Başûr de, gelek cih di destê PKKê de ne û bingehên PKKê li wan deveran hene. Zêdeyî 500 gund li Başûr ji bo vê mebestê nehatine avakirin . Herêm her cihê şere. Hinek gundên herêmê yên heyîn jî di bin bandoa PKKê de ne. Gelek cara xelkê sivîl zererek mezin ji bombebarana Tirkiye dibînê û kuştî û birîndar çêdibin û zererek mezin digihê xelkê ku li deverê dijî.

Back to top button