Tirkiye Haşîmî radestî Iraqê nake
Alikarê Serokomarê Iraqê Trik El Haşîmî, di navbera Iraq û Tirkiyê de dibe sedema gengeşiyeke nû.
Înterpolê, bi bultena sor, li 190 welatan ji Alîkarê Serokomarê Iraqê tarik El Haşîmî digere. Li ser daxwaza hikumeta Iraqê, înterpolê bultena sor weşand û xwest li ku derê bê dîtin ew tavilê were girtin.
Haşîmî, bi hinceta “ji terorîzmê re alîkarî kiriye” derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn. Piştî, herêma Kurdistanê, Qatarê, Erebîstana Siûdî, derbasî Tirkiyê bibû û qasî mehekêye li Tirkiyê dimîne. Rayedarên Tirkiyê daxuyandin ku ew ê qet Haşîmî radesta Iraqê nekin, dibêjin, “kengî bixwaze ê wê wextê Tirkiyê biterkîne.”
Tê diyarkirin ku, înterpol, ji 190 welatan re, ji bo Haşîmî cih tesbît kirin û girtinê alîkarîyê dixwaze, ku Tirkiye bersivê nede, ji aliyê hiquqa navneteweyî de ti mecburiyet tine.