Tirkiye dewleteke kurd e
Misilmanên ku ji xwe re dibêjin Tirk û Misilmanên ku ji xwe re dibêjin Kurd li Tirkiyeyê dijîn hene. Li aliyê din kurdan qebûl nekirin ku ji xwe re bibêjin tirk. Ne ji ber ku pirsgirêka wan bi tirkbûnê re heye. Wan pêdiviyek wisa hîs nekir. Ne hewce bû ku ew tirk bin. Ji ber ku ew ne neçar in ku di derbasbûnek mîna koçberên Balkan û Kafkasiyan re derbas bibin. Hilbijartina piraniya kurdan ew e ku li vî welatê bi navê Tirkiyê bi hev re bi rûmet bijîn. Tirkiye heta radeya ku bi rastiya ku welatê tirk û kurdan e aştiyê pêk bîne, wê bi beşdariya parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşerojeke berfirehtir û geştir bi dest bixe.
Mûcahît Bilici
Belkî Împaratoriya Osmanî ne dewletek misilman bû, lê Tirkiye welatekî misilman e. Wek dewleteke misilman ava bû. Tirkiye di damezrandina xwe de federasyoneke Anatolya-Kurdistanê bû. Bingehên wê weke dewleteke hevpar a Tirk û Kurdên Misilman, ku ji împaratoriyeke hilweşiyayî derketiye, hat avêtin û ji bo wê têkoşîna serxwebûnê hate meşandin. Kurd hem bûne beşek damezrînerên vê dewletê û hem jî dema pêwîst be, dijberê wê bûne. Mînak, bûyera Şêx Seîd li gora elîtên ku li ser navê tirkan dewletê birêve dibin îtîraza îxaneta li peymana misilmanan a di navbera tirk û kurdan de ye.Çawa ku sîyaseta dij-dînî û dij-kurd ya serdema Kemalîst dûrketina ji rabirdûyê ye, têkoşîna Şêx Seîd Efendî jî wek berteka li hember wê xirecirê parçeyek ji dîroka hevpar e. Çawa ku Kemalîzm dikare were sererastkirin, îtîrazên kurdan jî dikarin bên sererastkirin û avakirina pêşerojeke nerm ji bo Tirkiyeyê mimkun dibe.
Îcar kî xwediyê Tirkiyeyê ye? Tirkiye ji roja damezrandina xwe ve dewleta misilmanan e. Li gorî hiqûqa xwe ya demokratîk, dewleta hemû welatiyên wê yên tê de dijîn e û divê wisa jî be. Lê belê ji aliyê demografiyê ve kî li Tirkiyeyê dijî? Misilmanên ku ji xwe re dibêjin Tirk û Misilmanên ku ji xwe re dibêjin Kurd li Tirkiyeyê dijîn hene. Cûrbecûr etnîsîteyên misilman ên ku pênaseya tirkbûnê wek hevreha îslamiyetê qebûl kirine, li Tirkiyeyê wek tirk dijîn. Ew bi piranî ji hêmanên etnîkî ne-tirk lê misilmana pêk tên ku ji ber windahiyên erdî yên împaratoriyeke mezintir neçar man koç bikin. Her wiha girseyeke ku ji gelek pêkhateyên nemisilman pêk tê, bi darê zorê yan jî bi rizamendiyê bi awayên curbecur bûne misilaman û etîketa tirkbûnê li xwe kirine. Ev girse jî wek kurdan xwediyê rewa û hevparê vê dewletê ye. Her çiqas Boşnak, Arnavut, Çerkez, Gurcî, Ereb û hwd bin jî, ji ber ku ji xwe re dibêjin ew Tirk in, Tirk in. Her kesê ku ji xwe re dibêje tirk tirk e.
Li aliyê din kurdan qebûl nekirin ku ji xwe re bibêjin tirk. Ne ji ber ku pirsgirêka wan bi tirkbûnê re heye. Wan pêdiviyek wisa hîs nekir. Ne hewce bû ku ew tirk bin. Ji ber ku ew ne neçar in ku di derbasbûnek mîna koçberên Balkan û Kafkasiyan re derbas bibin. Ji ber ku ji bo Kurdan nasname û pêwîstiya di navbera Tirkîtî û Îslamiyetê de ku ji bo pêkhateyên din heye, qet nebûye. Kurd ji welatên winda nehatine Kurdistanê. Her çiqas hinek deverên wê li derveyî sînor mabin jî, beşê herî mezin ê Kurdistanê her tim li wir bû, li vir bû. Her kesê ku ji xwe re dibêje Kurd Kurd e.
Dibe ku Kurdan ji bo hinek kêmasyên wek be perwerdeyî, xizanî kemasîya wan xebatek hevpar de çêbubin, lê ne koçber bûn û ne pê welatbûn ew pê Welat nemane. Ne mecbûr bûn ku paşê welatekî bibînin û ji bo wê tawîzan bidin. Loma jî neketin rewşa wan kesên ku ji bo telafîkirina wê valahiya xwe li ber tirkîzmeke faşîst vexwe bitewînin.
Yên ku ji rezên winda hatine, nikarin yên li çiyayên rawestayî derbixin. Kes nikare wan wek biyaniyan bibîne.Kurd ji bo îsbatkirina tirkbûna xwe wek yên din ne deyndarê kesekîne. Tirkiye dewleta kurdan e.
Her çiqas serdema Kemalîstan de Kurd di warê xwedî û şirîkên dewletê de nehatibin bin û inkara wan hastibe kirin jî,lê Kurd li Tirkiyeyê ne hindikayî bûn. Wekî ku gelek caran tê gotin, ew nekariye bibe hindikahî jî. Ji ku derê? Ji ber ku ew kêmnetewe nebû, nabe û dê nebe jî. Ji ber ku Kurd li Tirkiyê piranî ne, ne hindik in. Têkoşîna Kurdan a ji bo rûmetê ya li Tirkiyeyê ne têkoşîna mafên hindikayiyan e, têkoşîna piraniyê (hevkar, yek ji du xwedan) ji bo xwedîderketinê ye.
Hilbijartina piraniya kurdan ew e ku li vî welatê bi navê Tirkiyê bi hev re bi rûmet bijîn. Tirkiye heta radeya ku bi rastiya ku welatê tirk û kurdan e aştiyê pêk bîne, wê bi beşdariya parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşerojeke berfirehtir û geştir bi dest bixe. Heger bi îxaneta peymana damezrîner û reçeteya rizgariyê, xwedîderketina li kurdan înkar bike, wek aktorekî bêaqil ku xwe felc dike, dê êş û azarê bikişîne. Ev jî wê nebe rêyeke mayînde. Loma jî serwerî û şirîkatiya kurdan ne tenê hewcedariya kurdan e, pêwîstiya tirkan jî heye. Em ê vê yekê her roj zêdetir hîs bikin. Tirkiye wek federasyonek Anatolya-Kurdistan hat damezrandin. Her ku di nav xwe de azad bibe û bi agirê vêxistî yê siyaseta derve re têkeve têkiliyê, wê vegere rewşa xwe ya bingehîn.
- Nivîs ji rojnemeya Serbestiyet hatiye wergirtin û ji bo kurdî hatiye wergerandin.
- https://serbestiyet.com/gunun-yazilari/turkiye-bir-kurt-devletidir-177173/