Civak

Tirkiye deverên Başûrê Kurdistanê jî bombebaran kir

Îro du caran firokeyên cengiyên tirkiye li ser navçeyê dizivirîn êvarî jî ji ber sedema hebûna çekdarên PKK li devera şiyayê Berbizîn bombebaran kir.

Îro demjimêr 17:00 ê êvarî firokeyên cengiyên tirkiye ji ber hêceta bombebarana binke û baregehên PKK navçeyên sînoriyên Biradost ya li qezaya Soran bombebaran kir.

Li gor zanyariyan bombebaran nêzîkî navçeyên Gerwasinga, Bêrkim, Sinîn, Bin Qelat û Çiyayê Bolî û Kune Kotirî li xwe girtiye ku ev gund navçeyên qedexekirîne û çend saleke hatine çol kirin.

Back to top button