Civak
Tirkiye cardin Kurdistan bombebaran kir
Li gora nûçeya Kurdistan TV, careke din Balefirên şer yên Tirkiyeyê dest bi bombebaran kirina Zozanên Devera Wertê û Qontarên Qendîlê kirine.
Di vê derbarê de peyamnêrê Kurdistan TV, yê li Devera Balakatê ragihand ku, şeva derbasbûyî careke din Balefirên şer yên Tirkiyeyê bi qasî saetekî Zozanên Devera Wertê û Qontarên Qendîlê bombebaran kirine û ji bilî zererên madî û şewtandina bax û rezên welatiyan ti zerereke din neketiye ti kesekî.
Her weha hate eşkerekirin ku, duhî şev Balefirên Tirkiyeyê her dû Gundên Enze û Levje a li Qontarên Qendîlê bi xortî bombebaran kirine û di encama vê bordimana han de zerereke gelek mezin gehêştiye jîngeha Deverê.