Nivîsar

Tirkiye ber bi kû ve diçe?

Tirkiye ber bi kû ve diçe? Di van rojan de pirsa herî zef tê kirin eve. Di nav kurd û tirkan de, beşek insan tevî hinek dezgeh û partiyên siyasî dixwazin li Tirkiye guhertin çêbibin ,pirsa kurd bête çareserkirin û aramiyek bê Tirkiye û Kurdistanê. Lê ew kesên siyasetê li ser xwînê dikin û jiyana xwe ya siyasî û civakî li ser rijandina xwîna zarokên xelkê rêve dibin, ew kesên naxwazin tu guhertin çêbibe û statukuya heyî ji bo parastina berjewendiyên xwe berdewam bibe, naxwazin Tirkiye ber pêşve herê, naxwazin pirsa kurd bête çareserkirin û naxwazin bi tu awayî demokrasî bête Tirkiye. Ev derdora ku statukoyê dibarêzin, ji bo xwe xwedî bikin û tu cara ji dev serkaniyên ku dagir kirîn bernedin dikarin her tiştekî bikin.

Eve demeke cardin şer di navbera leşkeran û çekdarên PKK-ê de berfireh bûye. Di rastiya xwe de ev şer astengek mezin di rêya diyalog û daxwaziyên aşitiyê de pêyda dike. Rewş ber bi awartebûnê ve diçe. Ji xwe gelek kes dixwazin cardin li herêma Kurdistanê rewşa awarte bête ilan kirin û di herêmê de qanûnên taybet bikevin rojevê. Li ser bûyerên ku çêdibin serokê MHP-ê Bahçelî doza rewşa awarte li herêmê dike. Piraniya nijadperestan çareseriyê tundî û tujiyê de dibînin.

Hikumeta Ak-Partiyê bi sekinandina prosesa vekirina demokratik, zemînek ji bo van bûyeran pêyda kir. Eger hikumet bi istiqrar prosesa vekirina demokratîk bi gavên berbiçav berdewam bikira , îro ev bûyer çinabûna û dê leyiztikên statukuciyan xirab bikiran. Lê mixabin hikumet dema naxwaze prosesa vekirinê berdewam bike,ev dibe sedem ku zemîn ji bo bûyerên xirab amade dibe.

Piştî bûyera kuştina 11 leşkeran li herêma Şemzînan,  dezgehên tarî û nijadperest cardin dest planên xwe yên qirêj kirin. Di rakirina cenazeyên leşkerên hatîn kuştin de cardin xelk berhev bûn ew cenaze suistimal kirin. Rakirina cenazeyan bû wek xwepêşandana nijad perestan. Li gelek bajarên Tirkiye ji bo kurd bêne protesto kirin nijadperest cardin feyde ji vê bûyerê kirin û daketin kolanan.

Heta operasyon çêbin wê  şer jî hebê. Hêzêk çekdar be û li çiyan be bivê nevê wê bersiva operasyona bide û wê çelakiyên çekdarî bike. Hêzek çekdar li çiyan bê çelakî nikare xwe xwedî bike. Vêca divê îrada siyasî li Tirkiye bikaribe hinek biryarên bingehîn yên çareseriyê bide. Îrada siyasî prosesa vekirina demokratîk bi aktivtir berdewam bike, eger guh bide daxwazî û pêşniyarên kurdan dê bikaribe leyiztikên dezgehên tarî xira bike û nefesek demokratîk di civatê de peyda bike.

Li Bakur miletê kurd doza mafên xwe yên rewa dike. Pirs ne pirsa PKK-ê tenêye. Heta pirsa  wek pirsa PKK-ê li pirsa kurd bête renîn dê hewldanên çewt bêne kirin û tu caran ev  pirsgirêk xilas nabe. Eger pirs wek pirsa kurd bête dîtin û li gora wê hinek gavên radikal bêne avêtin wê hikumet baweriyê bide miletî kurd û pişgiriya kurdan ji bo çareseriyê bistîne.Pirsa kurd bi yek alî nayê çareserkirin. Divê hikumet baş tê bigehê ku du aliyên vê pirsê hene.

Heta rastiya heyî neyê dîtin dê ev prosesa tevlîhev berdewambe û tu çareseriyek bingehin jî nayê dîtin. Kurd bi xwe jî dive wek dezgeh, wek kesayet ,wek siyaset, wek rêxistin di vê derbarê de dîtinên xwe bigihînin raya giştî.

Şer, tundî û tujî tu feydê nade çareseriya pirsa kurd. Kurd, dema dezgehên dewletê, siyaseta hikumetê di derbarê pirsa kurd de rexne dikin dive aliyek din ve jî berê xwe bidin xwe jî. Divê em kêmasiyên xwe jî bibînin, em rastiya PKK-ê baş şirove bikin û li gora wê jî bibin xwedî helwest û pêşniyar.

21.06.2010

Dara Bilek

Back to top button